Armanca bingehîn a peymana penaberan ku Adara 2016'an di navbera Yekîtiya Ewropa û Enqereyê de hate îmzekirin, girtina rêya Balkanan li penaberan bû. Lê belê tevî 9 milyar Euroyên ku ji rejîma AKP'ê re hate dayin, hejmara koçberên ji Tirkiyeyê di ser Balkanan re berê xwe didin Ewropayê gelekî zêde bûye.
Pêla koçberan a ber bi welatên Balkanan bi taybetî Yewnanîstanê, ku beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê zêde bû, Brukselê û paytextên din ên Ewropayê dixe nava tirs û fikaran.
Piştî Yewnanîstanê, koçberên qaçax xwe gihandin Bosna Hersekê. Tê gotin ku ev yek dibe ku li ber deriyê Ewropayê rê li ber rûdana drameke nû veke.
Wezareta Karên Hundir a Bosna Hersekê bi sernavê "Koçberên qaçax" raporeke nû amade kir. Li gorî raporê, rojane 100 heta 150 penaber tên girtin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) jî ragihand ku ji 1'ê Çileya 2017'an heta 20'ê Gulanê, 4733 penaber li rêgeha Balkanan hatine qeydkirin. Di nava sala 2017'an de ev hejmar tenê 755 bû. Ev liv û tevgera li welatên Balkanan ku li gorî sala bihurî bi 12 qatan zêde bû, Yekîtiya Ewropa û UNCHR xiste nava tirs û fikaran.
UNCHR'ê diyar kir ku niha li bajarên Bihac û Velika Kladusa yên li bakurê Bosnayê bi hezaran koçberên qaçax hene û li bendê ne ku di ser Hirvatîstan û Slovenyayê derbasî welatên rojavayê Ewropayê bibin. Hate gotin, hejmara penaberên xwe gihandin welatên Arnavût û Montengeroyê bi çend qatan zêde bûye.
Penaber ji bo xwe bigihînin Slovenyayê ji çemê Kolpa derbas dibin. Li gorî daneyên UNCHR'ê di nava sê mehên destpêkê yên îsal de 7 penaber di çem de xeniqîn.
Penaber he rwiha ji bo ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanîstanê bibin di çemê Merîçê re derbas dibin. Li Merîçê ji meha Çileyê ya Îsal heta meha Adarê 9 penaberan jiyana xwe ji dest dan.