Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya 33. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
BI DAYINA BEDELÊN MEZIN ALAYA AZADIYÊ HATE BILINDKIRIN
Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Sal 1984, roj 15'ê Tebaxê. Kurdistan û Tirkiye di bin îdareya cuntaya faşîst a 12'ê Îlona 1980'ê de dinalî. Zilmeke bê hed û kuşt û kuştdariyeke bê tixûb. Îşkenceyên hovane jiyan li xelkê heram kirîbû. Hefs bi azadîxwazan ve hatibûn tijîkirin. Cuntaya faşîst adeta xweliya mirinê bi ser xelkê de reşandibû. Tirsa mirinê hatibû hakimkirin. Adeta bêhn li xelkê hatibû çikandin. Di nava wan şert û mercên giran de xelkê Kurd û pêşengên bizava neteweyî ya Kurdistanê, serî li zilma dewleta hov ya TC'ê neçemandin, serê xwe şor nekirin, berxwedaneke xurt bilind kirin. Ji hefsan heta hemû meydanên jiyanê têkoşîneke fedakarane hate organîze kirin. Bedelên mezin hatin dan, lê belê beramberî wê zilma dewletê alaya azadiyê hate bilindkirin."
EW ÇIRÛSKA ŞOREŞA KURDISTANÊ îRO BÛ AGIREKÎ GUR Û GEŞ
KNK'ê destnîşan kir, ku di wê atmosfera dijwar de têkoşîn û berxwedaneke cesaratane hate nîşan dan û bi teqandina fîşeka 15'ê Tebaxê ya 1984'ê banga azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û Dinyayê careke din hate îlankirin.
KNK'ê diyar kir, di wê pêngava mezin û dîrokî de vê carê Dihê û Şemzînan bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî û wiha hate gotin, "Bi wê hewildanê ve çirîska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilata Navîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadiyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin a gerîla li Kurdistanê û Rojhilata navîn. Ev e bi serê xwe serketineke di prosesa têkoşîn û berxwedana doza Kurd û Kurdistanê de li bakur. Ev pêngava 15'ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz be."
DI SALVEGERA 33'AN DE ÊRÎŞKARIYA DEWLETA TIRK DEWAM DIKE
Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir, ku di salvegera 33'an a 15'ê Tebaxê de êrîşkariya dewleta Tirk bi hemû bi hemû rê û metodan didome û wiha dewam kir: "TC li beramberî hêz, şiyan, berxwedan û têkoşîna xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan ketiye nav eczeke kûr û bi vê hirs û kînê şer û êrişkariya xwe her diçe zêde dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovî de hemû çek û sîlehên birandina jiyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji erdî bombeyên jahrê û agirî li ser xelkê me dibarîne. Digel jiyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kiriye cehnem. Ji Dersimê heta Hekariyê, ji Qersê heta Entabê çi çiya, dol û nihal nehêlan ku bombeyan nebarîne. Dar û daristan sotin, av û derav pangandin û bi çêkirina bend û barajan xelkê xwecih da koç kirin."
KNK'ê diyar kir, ku Komara Tirkiyeyê (TC) îro vegeriya ye rojên berê yên salên 80'î û dixwaze berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne.
BINKETIN A TC YE, SERKETIN A GELÊ KURDISTANÊ YE
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şîdet û îşkenceya ji aliyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn ê jiyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê.
Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15'ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketin a TC'ê ye. Serketin a gelê Kurdistanê ye."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Bi vê bîr û hizirê em KNK, salvegera 15'ê Tebaxê ya 33. bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehît, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêtine û dane avêtin bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wana ne. Em hêvî dikin gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15'ê Tebaxê, hemû hêz û şiyana xwe bike yek, tifaqa navxweyî kamilen pêk bîne û dijî her reng zilm û zora dagirkeran têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bixe û bigihe armanca mezin."