KNK: Elçî şehîdê doza Kurdistanê ye

KNK: Elçî şehîdê doza Kurdistanê ye

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li ser wefata parlamenterê Kurd ê Amedê û serokê giştî yê KADEPê Şerafeddin Elçî peyama sersaxî weşand. KNK'ê diyar kir ku Elçî di nav bera hêzên Kurd de weke stuna aştî û yekîtiya neteweyî dihate naskirin û wiha got: "Wefata wî, ji bo siyaseta Kurd, ji bo têkoşîna gelê kurd, ji bo pêkhatina yekîtiya gelê Kurd windahiyeke mezin e."

Konseya Rêvebir a KNKÊ diyar kir ku wekî raya giştî ya gelê Kurd û eniya siyasî teva ew jî bi wefata Elçî xemgîn bûne. KNKê balkişand ser jiyana Şerafettîn Elçî û destnîşan kir ku Elçî di tevahiya jiyana xwe de, nirx û pîroziyên gelê Kurd parastiye û vê peyamê da: "Ji bawerî û dilsoziya ligel doza kurd tawîz nedan û paş de gav ne avêt. Hîna di dema xwendekariya li Zanîngeha Enqerê baskê huquq de jî, rastî zext û zora zihniyeta faşîzan ya Komara Tirkiyê hat û di doza 49'an de hate girtin û êşkence kirin."

KNKê bibîr anî ku Elçî, di hilbijartinên 12ê Hezîranê de, dibin sîwana Bloka Ked, Azadî û Demokrasî de, wek parlamenterê Amedê hatiye hilbijartin û di têkoşîna gel de aktîftir kar kiriye û li dijî dîlgirtin û tecrîda li ser Ocalan jî dijberiya xwe nîşan daye. Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Siyasetmedarê kurd Şerafeddîn Elçî, di demeke ku hêzên global li herêmê û Rojhilata Navîn dizayn-kirinek nû dane dest pê kirin de, Gelê Kurd jî, li herêmê û Rojhilata Navîn, wek hêza xwedî rol û misyon derketiye pêş, bi nexweşiya pençeşêrê ket û jiyana xwe ji dest da. Şerefeddîn Elçî, dinavbera hêzên kurd de jî weke stuna aştî û yekîtiya neteweyî a Kurdistanî dihate naskirin. Bi vê mebestê wefata wî, ji bo siyaseta kurd, ji bo têkoşîna gelê kurd, ji bo pêkhatina yekîtiya gelê kurd windahiyeke mezin e.

Bêguman, Şerafeddîn Elçî wê di dîroka têkoşîna gelê kurd de û di dilê gelê kurd de cihê xwe yê layik bigire. Bi vê pêwanê, em weke KNKê, careke din bang li tevahiya hêzên siyasî yên kurd dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî û hassas de, di pêkhatina yekîtiya neteweyî û dilsoziya Kurdistanî de gavên dilsozî biavêjin. Yekîtiya neteweyî, daxwaza Şerafeddîn Elçî bû û di têkoîşîna xwe ya demdirêj de,ev daxwaz di her firsetê de dianî ziman. Pêwiste were zanîn ku, yekîtiya neteweyî, daxwaza gelê me, daxwaza şehîdên azadiyê teva ye.

KNKe, wefeta siyasetmedarê kurd, Şerafeddîn Elçî, ji bo siyaseta gelê kurd teva, wihdahiyek mezin dibîne û zihniyeta faşîzan ya Îttîhadî, ku îro di şexsê Erdogan û AKPê de li dijî gelê kurd tê meşandin de, mina wefeta siyasetmedarên din yên kurd teva, ji wefata Birêz Şerafeddîn Elçî jî berpirsiyar dibîne. Ew şehîdê doza azadiya kurd e, berdêl çi dibe bila bibe, emê li doza wî û şehîdên xwe xwedî derbikevin. Bi vê mebestê em careke din ji malbata Elçî û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin."