KNK'ê xwest, hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bêne cezakirin

KNK'ê xwest, hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bêne eşkerekirin, cezakirin ku careke din li Başûrê Kurdistanê bûyerên bi vî rengî neqewimin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî pêvajoya darizandina kujerên endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun (Denîz Hêvî) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Denîz Cevdet Bulbun 18'ê Îlona 2023'an li Hewlêrê di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT'ê ya Tirk de hate şehîdxistin.

KNK'ê got, "Eşkere ye ku Başûrê Kurdistanê tije ye ji dezgehên sîxurî yên welatên cîhanê. Bi taybetî jî sîxurên dewleta Tirkiye û MÎT ê gelek komên teroristî ava kirine. Di wê çarçoveyê de komeke teroristî ya bi pêşengiya dezgeha MÎT'ê plana kuştina Denîz Hêvî darişt û ew teror kirin. Piştre hêzên asayîşa Hewlêrê du (2) tometbarên ku destê wan di wê bûyera tawanê de hebûn girtin.

Pêştir çend caran bêyî rêniştina dadgehê, doz hat paşxistin. Piştî derbasbûna salekê bi ser tawanê, dadgehê di du rûniştinan da biryar dan. Li 10.09. 2024 an di rûniştina daw,ya dozê ku li ser dadgehkirina her du tawanbar (C.S) û (N.E) a li ser keysa terokirina Denîz Hêvî bê. Dadgeha tawanan a Hewlêrê li gor madeya 2 ya qanûna dije terorê ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryara zindanê ya heta hetayî li ser her du tawanbaran da."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Di qonaxa lêkolîna bergumanan de, her du tawanbar li hember dadwerê vekolîna asayişê dan bi wê yekê kirin ku wan kar ji bo dezgeha sîxurî ya Tirkiye kirine û di dema terorkirina şehîd Denîz de alîkariya ajanê kirine. Her weha ji bilî wê jî dan bi hindê dane ku li bin fermana dezgeha ‘’MÎT’’ ê  karê sîxuriyê encamdane û li hemû bajarên başûrê Kurdistanê ( Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Kelar) torên sîxuriyê ava kirine û çavdêr,ya bi dehan kesan li wan bajêran kirine.

Li gorî lêkolînên asayîşê heşt 8 gumanbarên dinê ku dosyaya wan di asayîşê de  li ser kuştina şehîd Denîz tên lêgerîn. Di nava wan de bikujê sereke û her wiha çend karmend û efserên dezgeha sîxuriya MÎT'a Tirkiyeyê jî hene.

Ji bilî cezaya heta hetayî yê li ser vê keysê, asayîşa herêma Başûrê Kurdistanê bi tometa sîxurîkirinê û têkdana asayîşa herêmê dadgehê (N.E) bi 10 sal û (C:S) bi 7 salan zîndan ceza dan."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke KNK'ê wê heta dawiyê vê dozê bişopînin û hate gotin, "Pêwîste hemû tawanbar yên rasterast teror encam dayî û tevaya efserên MÎT'ê û hemû ew sîxurên ku ev tawan plan kirine bêne eşkere kirin û bêne darizandin û cezakirin. Heke ne wisa be toreke berfireh a sîxuriyê bi pêşengiya MÎT'ê dikare di paşerojê de hîn zêdetir  kiryarên teroristî pêk bîne.

Ji bo nehiştina van tawanan, di serî de erkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ew e ku êdî derî ji bo dezgehên sîxurî veneke, belku wan eşkere bike û rê li ber wan bigre.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK spasiya  hemû wan welatparêzên disoz yên ku di rêya doza şehîd Denîz Hêvî de ked dane ê ked didin. Bi taybetî jî tîma parêzeran ên ku ked dane û doz gihandî vî astî."