KNK’ê sersaxî ji malbata Nûrî re xwest

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyekê sersaxî ji malbata Mamoste Bihadîn Nûrî ê îro rehmet kiribû re xwest.

KNK ji ber koçadawîkirina Sekreterê Tevgera Demokrasîxwazan Mamoste Bihadîn Nûrî daxuyaniyek da û sersaxî xwest.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kêşandiye li ser xebat û têkoşîna Nûrî û wiha pêde diçe: “Bi xemgîniyeke mezin xebatkar û têkoşerê Kurdistan û gelên Iraqê birêz Bihadîn Nûrî îro koça dawî kir. Mamoste Bihadîn Nûrî di xebatê azadîxwaziya Kurdistanê û Iraqê de karakterekî bi bandor û helwest bû. Di pêvajoya endamê KNK’ê bû de di mijara netewîbûn û yekrêziya gelê Kurdistanê de xebatekî giranbuha kir û xwedî deng û helwestekî netewî û niştîmanî bû. Bihadîn Nûrî salên 50’î yên sedsala bihorî weke Sekreterê Hizba Şûî ya Iraqê di têkoşîna azadî û xebatê hevbeş ya gelên Iraqê de rolekî mezin lîst. Piştre weke Sekreterê Tevgera Demokrasîxwazan bi heman hest û hewldanê têkoşîna xwe domand.”

KNK di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar dike ku koça dawîkirina kesayetekî mîna Bihadîn Nûrî ji bo Kurdan wendahiyeke mezine û wiha domand: “Koça dawîkirina kesayetekî şoreşger mîna Mamoste Bihadîn Nûrî ya di wê pêvajoya hestiyar a Kurdistanê de wendahiyek mezine. Niha Kurdistan ji her demî zêdetir ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê ya li dijî dagirkeriyê, pêwîstî bi kesayetên têkoşer û xwedî helwest heye.”

KNK’ê sersaxî ji malabata Nûrî û hemû gelê Kurd xwest û got: “Em KNK ji bo koçadawîkirina Birêz Bihadîn Nûrî ji malbata wî û tevahî gelê Kurd re sersaxî dixwazîn. Her wiha soza xwe dubare dikin ku rêbazê xebatkarên Kurdistan ya ji bo azadî, edalet û yekrêziya netewî berdewam bikîn.”