KNK’ê sersaxî ji malbata Baran re xwest
Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyameke nivîskî sersaxî ji malbata Riza Baran û heskiriyên wî re xwest.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi peyameke nivîskî sersaxî ji malbata Riza Baran û heskiriyên wî re xwest.
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî wefata Riza Baran daxuyaniyek nivîskî weşand û sersaxî ji malbata Baran û gelê Kurdistan, xebatkarên Şoreşê re xwest.
KNK’ê ev got: “Xebera xembar û dilsoj ya wefata Endamê KNK’ê yê berê Birêz Riza Baran gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Riza Baran, li Anatoliya Navîn li herêma Enqerê hatiye dinê. Ew her dem di nava xebat û sIyaseta welatparêzî de bû. Di nava sIyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Riza Baran, ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî demeke dirêje li Ewropa dima. Li Ewropa jî herdem di nava xebata azadîya gelê Kurdistanê de cihê xwe girt û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xebat kir.
Birêz Riza Baran demekî dirêj endametîya KNK’ê jî kir. Wefata wî ji bo me, ji bo gelê me, ji bo şoreşa Kurdistanê windayIyek mezine.
Em ji ber wefata Birêz Riza Baran gelek xemgînin, xemgînIya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.
Heval Riza Baran, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêkbînin.”