KNK'ê operasyona qirkirina siyasî şermezar kir

KNK'ê operasyona li ser HDP'ê şermezar kir û got ev operasyon, ''Tolhildana DAÎŞ'ê ye''.

KNK'ê operasyona qirkirina siyasî ya îro li ser HDP'ê û siyasetmedarên Kurd şibande operasyona KCK'ê ya 2009'an û got, ''Ev operasyonekE ya qirkirina siyasî ye, weke operasyona KCK'ê ya 2009a ye. Dixwazin qada siyasî ji nûnerên Kurdan re bigrin û nehêlin Kurd siyasetê bikin. Dixwazin Kurd bê temsîl bê rêvebir bimînin da ku bikarin plan projeyên xwe yên ji navbirina gelê Kurd, bi rehettir bimeşînin.Ev operasyon, parçeyek ji qirkirina gelê Kurd ya giştîye.''

'EV OPERASYON TOLHILDANA DAÎŞ'Ê YE'

KNK'ê bi domdarî got:

''Ev operasyon, tolhildana têkbirina DAIŞê ye. Erdogan wê rojê digot “Kobanî ti nemaye ku bikeve”. Lê xwestin û gohtinên wî nehatin cih. Hevkarên wî DAIŞ'î ketin û têkçûn. Erdogan û hevkarên xwe îro dixwazin tola wê rojê bigrin.

Rejîma AKP-MHP û Ergenekonê, li hember berxwedana gelê me û hêzên muxalîf, lewaz ketîye. Rejîm li hindur û derve hingî diçe tenê dimîne û qels dibe. Bi van operasyonan dixwaze temenê xwe dirêj bike. Lê çi dikin bila bikin, têkçûna wan nêzîk bûye.

Bi vê munasebetê em bang li gelê xwe dikin ku tekoşîna xwe xurttir û bilindtir bikin. Tam jî demê wê ye ku gelê me û dostên gelê me, tevlî pêngava KCKê ya “Dem Dema Azadîyêye” bibin .Pêwîst e bersiva me weke berxwedana Kobanê be.

Her wiha em bang li raya giştî ya Cihanê û hêzên peywendîdar dikin ku rastîya rejîma Erdogan- Bahçelî-Ergenekonê bibînin û dijî kiryarên wan piştgirî bidin berxwedana gelê Kurd û hemî dijberên vê rejîmê.''