KNK'ê ji malbata Kemalîzadeh re sersaxî xwest

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata kesayetê navdar ê Kurdistanê Şêx Seyîd Teha Kemalîzadeh, ji malbatê re sersaxî xwest.

Kesayetê navdar û şêxê terîqeta Neqişbendî Şêx Seyîd Teha Kemalîzadeh, ku bavê endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Tahirê Kemalîzadeh û endamê KNK'ê Celal Kemalîzadeh e, di 9'ê Cotmeha 2016'an de çû ser dilovaniya xwe.

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata Kemalîzadeh peyameke sersaxiyê xweşand  û got, "Xebatên neteweyî û niştimanî yên malbata Kemalîzadeh li ber çavan e. Her tim di nava şoreşgeriya Kurdistanê de cih girt û bû piştevanê hêzên Kurdistanî.

Em sersaxî û serxweşiyê ji malbata Kemalîzadeh, hemû dost û endamên terîqeta Neqişbendiyan radigihînin. Ruhê wî şad be û xwedê cihê wî li bihuştê bike."