KNK'ê ji bo Mehmûd Onder peyama sersaxiyê weşand
Komîteya Ragihandinê ya KNK'ê, ji malbat, dost û hevalên kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder re sersaxî xwest.
Komîteya Ragihandinê ya KNK'ê, ji malbat, dost û hevalên kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder re sersaxî xwest.
Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber wefata kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder, peyameke sersaxiyê weşand.
Komîteyê got, "Birêz Mehmûd Onder di sala 1952'an li Amedê hatiye dinyayê û di destpêkê de di nava sendîkayên karkeran de dest bi xebat û tekoşînê dike. Piştre ji egera darbeyê ya sala 1980'ê ya li Tirkiyeyê, weke bi hezaran Kurdan bi neçareyî ji walatê xwe mişext dibe û ber bi Sûriyeyê ve diçe û ji wir re xwe digehîne Ewropa – welatê Danmarka yê."
KNK'ê diyar kir, Onder di 36 salên xwe yên mişextiyê de ji xebat û tekoşîna xwe nesekinî û got, "Di sala 1997'an de di warê mediyayê dest bi xebatê kir. Di dezgehê Medya, Med, Roj û Stêrk TV de, wek pêşkeşvan û berpirsê pişka nûçeyên Kurmancî rolekê berçav û serketî dît û ked da."
Komîteyê da xuyakirin, ku Mehmûd Onder di nava 20 salên medya û rojnamevaniya Kurd de bi xurtî têkoşiya, kar û erkên xwe bi rengekî serketî bi cih anî û xizmeteke mezin pêşkêşî ezmûna medya Kurdî kir."
Di dawiya peyama xwe de KNK'ê ji malbatê, hval, hempîşe, medyakar û rojnamevanên Kurdistanê re sersaxî xwest.