KNK’ê ji bo Juan Sorîn sersaxî da
KNK’ê ji bo Juan Sorîn, dostê Kurdan sersaxî da û got, "Em ê ruhê wî yê piştgiriya enternasyonal û kesayetiya wî ya mînakdar qet ji bîr nekin."
KNK’ê ji bo Juan Sorîn, dostê Kurdan sersaxî da û got, "Em ê ruhê wî yê piştgiriya enternasyonal û kesayetiya wî ya mînakdar qet ji bîr nekin."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber sedema mirina Juan Sorîn peyameke sersaxiyê da.
Di peyamnê de hate gotin, ‘’Juan Sorîn ku beşekî mezin a jiyana xwe daye têkoşîna azadiya Kurd, endamê nirxdar ê welatê Baskê bi pençeşêrê ji nava me bar kiriye."
KNK’ê di peyama xwe de wiha got:
"Salên 90’î, bi taybetî li Amedê çend caran ji hêla hêzên dewleta Tirk a mêtinger ve hate binçavkirin û êşkence lê hate kirin. Li gel terora dewleta Tirk a ku li ser pêk anî jî, ti caran bi paş ve gav neavêtiye, bi biryardarî destek daye têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û di vê rêyê de pir fedakar û biryardr bûye.
Juan Sorîn yek ji damezirînerên Komeleya Kulturê ya Kurd-Bask a Newrozê bû, ku navenda wê li Bîlbaoyê ye. Em bû xwedî ristekî girîng. Her wiha ji bo ku Kobanê-Guernîka bibin şaredariyên deste-bira kêferateke mezin kiriye.
'LI HER DEVERÊ DESTEK DA TÊKOŞÎNA KURD'
KNK’ê diyar kir ku Sorîn ji Spanyayê, hemû herêmên otonom bigirin ta bi Portekîzê û welatên Amerîkaya Latîn destek daye têkoşîna Kurdan û wiha hate gotin:
"Wê di têkoşîna azadiyê ya Kurdan de bijî. Em ê ruhê wî yê piştgiriya enternasyonal û kesayetiya wî ya mînakdar qet ji bîr nekin."