Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser encamên referandûma li Başûrê Kurdistanê û hilbijartina komunan li Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku referandûma li Başûrê Kurdistanê bi awayekî asayî encam da, gel çû ser sindoqan, dengê xwe da, îradeya xwe diyar kir û got, "Pêwîste her kes, her hêz çi li hundir çi jî li derve ye, ji vîna gelê me yê Başûrê Kurdistanê re rêz bigre."
KNK: DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ Û CÎHAN TEV, RÊZÊ LI VÊ ÎRADEYÊ BIGIRE
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li Rojavayê Kurdistanê-Bakurê Sûriyeyê hilbijartina komunan bi rengekî serketî pêk hat û hat destnîşankirin, ku ev yek ji bo gelê Kurdistanê serketineke mezin e.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em weke KNK, helwesta gelê xwe yê li Başûr û Rojava pîroz dikin û serketinê dixwazin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemî Cihanê dikin ku ji îradeya Gelê Kurdistanê re rêz bigrin. Bi vê ve girêdayî em gef û êrîşên Tirkiye, Îran û Iraqê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember van gef û êrîşan, bi yekdengî rawestin û yekîtîyek xurt di navbera xwe de pêk bînin. Bila pirsgirêkên me yên navxweyî, dagirkeran bi me nedin jibîrkirin!"
KNK'ê bal kişand ser hevkariya leşkerî û siyasî ya Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê ya li dijî vîna gelê Kurdistanê û got, "Her wiha dewleteke weke Rûsyayê jî di pratîkê de dikeve nava eniya wan. Bombebarankirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji aliyê balafirên cengê yên Rûsya ve li Dêra Zorê, di vê çarçoveyê de ye."
'DAGIRKER DIXWAZIN BI KÎNEKE MEZIN ZERARÊ BIDE PAŞEROJA KURDAN'
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, ku Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê dest bi lêdana dahola nîjadperestiyê kirine û wiha dewam kir:
"Pirsgirêkên xwe yên mezhebî û herêmî datînin aliyekî, hevpeymaniya xwe ya dij-Kurd nû dikin û zextê li dostên xwe yên hevbeş dikin ku di eniyekê de cih digrin. Dagirker bi kîneke mezin dixwazin zerarên mezin bidin hebûn û paşeroja Kurdan û wan sed salî şûn ve vegerînin. Lewra divê her Kurdistaniyekî azadîxwaz û dilsoz, bi disiplîn û cesûr be. Hesta nasyonalîstî ya teng ku ji fedakariyê dûr e, ne tenê ku qezanca wê nîne, ew her wiha zerarek mezin jî dide têkoşîna me. Kurd divê zêdetir bikevine nav karê xwebexşîn, xwefedakirin û xebateke bêwestan. Zimanî siyasî, divê aram û çêkêr be.
'NABE KU SERKETINA ME DEMKÎ BE'
Şerê Kurda, ne li dijî ti neteweyekî, lê li dijî sîstemên dagirkeriyê ye. Em Kurd dikarin ji aliyê leşkerî, rêxistinî û dîplomatîk ve, vê sîstemê bixin bin zextê, lawaz û neçarî teslîmbûnê bikin. Em dikarin dagirkeran di nav wan bi xwe de, bi pirsgirêkan re rû bi rû bihêlin, neçarî aloziyên bi hev re bikin, hevpeymanî û hevsengeriya wan bişkînin û bi vî awayî sûdê ji netebayî û berjewendiyên wan bigrin. Serketina me, nabe demkî be. Divê bibe bingeha jiyaneke azad û mayînde ji bo nifşên tên. Gelek nakokiyên van çar dewletan hene ku em dikarin ji wan sûdê werbigrin. Nabe em karekî wisa bikin ku em wan li dijî xwe, nêzîktirî hev bikin."
'DI VÊ DEMA HESAS DE XEBATÊN JI BO KONGREYA NETEWEYÎ GIRÎNG IN'
KNK'ê ji her takekesekî Kurd xwest, ku bi têgihiştineke rast nêzîkî pirsgirêkên xwe yên navxweyî bibin û got, "Ti pirsgirêk ji hedê wê zêdetir neyê mezin kirin û hewldana çareserkirinê were dayin. Divê em zêdetir rê bidin ciwan, jin, kêmîne û pêkhateyên cuda. Ew dikarin eniyên azadîxwaziyê bihêztir bikin. Di vê asta diyaloga niştimanî bilindtir û sînor berfirehtir bibin. Divê atmosfereke demokratîk bê saz kirin ku hin caran gotinên bê zad jî tê de werin gotin. Ev yek dibe serçaveya hêza me ya şoreşgerî."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo yekîtiya neteweyî çêbe û bê xurtkirin, ev demeke KNK di nav xebatekî berfireh de ye. Ji bo vê jî rêze şêwiran pêk tîne. Şêwira Yekîtîya Neteweyî ya pêşî, 15-16'ê Tîrmeha 2017'an da li bajarê Silêmaniyê pêk hat. Pîştî wê, Şêwira Rojhilat 16-17'ê Îlona 2017'an li Stockholmê pêk hat. Şêwira Rojava 01-02'ê Cotmeha 2017'an, Şêwira Ewropa jî 13-14'ê Cotmeha 2017'an da pêk tê. Wê şêwirên parçên din jî, di demeke kurt da bêne çêkirin. Piştî şêwirên parçeyan, Şêwira Yekîtîya Neteweyî ya mezin wê bê sazkirin. Di wê şêwirê de, ji bo kongreya giştî komîteyek ya amadekar wê bê hilbijartin. Di vê dema hesas de ev xebat ji bo yekîtîya neteweyî xebatên giring û pêwîst in. Em bang li hemî hêz, partî, rêxistin û kesên peywendîdar dikin, mil bidin vê xebata KNK'ê û beşdarî van şêwiran bibin û yektîya neteweyî xurt bikin.
DAXWAZA SAZKIRINA ARTÊŞ Û FERMANDARIYEKE HEVBEŞ
Em ji her hevwelatiyekî xwe yê dilsoz dixwazin, di vê çarçoveyê de tevbigerin, beşdarî kar bibin, ber bi hev ve biçin, xwedûrgirtinê nekin, li pişta hêza pêşmerge, gerîlla, yekîneyên parastina gel û polîs bin, serdana wan bikin û piştgiriya xwe bînin ziman. Em her wiha daxwaza sazkirina artêş û fermandariyek hevbeş û di zûtirîn dem de, sazkirina kongreyek berfireh a Kurdistanî bikin."