KMM’ê xwest dewleta Tirk ji gelê Kurd lêborînê bixwaze
KMM’ê xwest dewleta Tirk ji gelê Kurd lêborînê bixwaze
KMM’ê xwest dewleta Tirk ji gelê Kurd lêborînê bixwaze
Komeleya Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê (KMM) êrîşa Artêşa Tirk a li dijî Goristana Şehîdan a Egîd Sûruc a li Çiyayê Bagokê şermezar kir.
Komeleya Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê (KMM) bi daxuyaniyekê êrîşa leşkerên artêşa Tirk a li dijî Goristana Şehîdan a Egîd Sûruc a li Çiyayê Bagokê ku cenazeyê 43 gêrîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) tê de ne şermezar kir.
Di daxuyaniyê de êrîşa leşkerên Tirk a li dijî goristana Şehîdan a Egîd Sûruc hate şermezarkirin û wek kiryareke li dijî exlaqê mirovahiyê hat binavkirin. Di daxuyaniyê de bang li hêzên Tirkiyê hate kirin da ku lêborînê ji malbatên Şehîdan bixwaze û kesên êrîş pêk anîne radestî dadgehê bikin.