KJK: Dewleta Tirk wê di binê vê êrîşê de bimîne
KJK: Dewleta Tirk wê di binê vê êrîşê de bimîne
KJK: Dewleta Tirk wê di binê vê êrîşê de bimîne
Koordînasyona KJK'ê der barê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê di ser Tirkiyeyê re li hemberî Kobanê û pevçûnên dijwar ên li Kobanê de daxuyaniyek da û got, "Ev tifaqa qirêj û faşîst a li pêş çavê raya giştî ya cîhanê hat kirin, ne tenê li dijî Kobanê û gelê Kurd, tifaqek gefê li pêşeroja Rojhilata Navîn dixwe." KJK'ê bang li gel û jinan kir, ku li dijî êrîşên vê hevkariya faşîst, bi serhildan û berxwedanê re çepera êrîşê ya li dora Kobanê bişkînin.
Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya nikare xwe li destketî, berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd a 77 hev roj in li Kobanê berxwedaneke bê hempa nîşan dide rabigire, hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re careke bin bi êrîşeke zexel nîşan daye.
Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin ku hesabên çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst, ku di bin çavdêriya leşkerên Tirk de du wesayîtên bombebarkirî derbasî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kirin, ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatine pûçkirin û got, "Çeteyên DAIŞ'ê yên di êrîşa danê sibehê de negihaştine armanca xwe, êrîşa herî berfireh a li hemberî Kobanê lidar xistiye. Hikûmeta AKP'ê ya ku nekariye xwe li vê berxwedana gelê me ya ji bo Kobanê her qada Kurdistanê veguherandiye keleha berxwedanê rabigire, gelê Kurd weke provokator îlan kiriye û di bin navê ewlekariya cemaweriyê de, dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye. Ewlekariya cemaweriyê ya hikûmeta AKP'ê ku bi walî û leşkerên xwe re bingeha vê êrîşa organîzeyî amade kir, bi serê xwe provokasyoneke. Divê hikûmeta AKP'ê zanibe, ku êrîşên heta niha çawa bi berxwedanên bi heybet hatine pûçkirin, wê îro jî bi bilindkirina berxwedanê re bên pûçkirin."
Koordînasyona KJK'ê da zanîn ku êrîşa dawî ya li hemberî Kobanê, polîtîkayeke dewletê ya hikûmeta AKP'ê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk a beriya niha bi demekê civîna herî dirêj a MGK'ê lidar xist, di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de raya giştî mijûl dike.
Koordînasyona KJK'ê got, "Careke din hatiye dîtin ku li dijî Kurdan biryara şer hatiye stendin. Ev êrîş nîşan didin ku Hikûmeta AKP'ê dijminatiya KUrdan veguherandiye polîtîkayeke dewletê. Hikûmeta AKP'ê ku li aliyekî radigihîne ku ew alîgirê dewama pêvajoya çareseriyê ye, li aliyê din jî, di roja hevdîtina bi Rêber Apo re, ne bûye piştevanê vê êrîşê yekser bûye organîzatorê vê êrîşê." Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê ya veguheriye dewleteke çete, divê baş bizanibe ku dema êrîşî Kobanê ya mifteya çareseriyê ye dike, wê di binê vê êrîşê de bimîne.
Koordînasyona KJK'ê ragihand ku ev tifaqa qirêj û faşîst a li pêş çavê raya giştî ya cîhanê hat kirin, ne tenê li dijî Kobanê û gelê Kurd, tifaqek gefê li pêşeroja Rojhilata Navîn dixwe ye û got, "Mejiyê AKP'ê yê xaka Rihayê di roja îro de veguherandiye baregeha çeteyên faşîst ên DAIŞ'ê, Tirkiyeyê ber bi agirekî ku bi her devera Tirkiyeyê bikeve, diajo. Em bang li tevahiya gelê xwe û jinan dikin, ku li dijî êrîşên vê hevkariya faşîst, bi serhildan û berxwedanê re çepera êrîşê ya li dora Kobanê bişkînin. Ev êrîş wê bi yekîtiya demokratîk a gelan, têkoşîna hevpar a jinan û bi berxwedanê bên şikandin."