Kişanak: Dibe ku em sibe dereng bimînin

Kişanak: Dibe ku em sibe dereng bimînin

Hevşaredara Bajarê Mezin  a Amedê Gultan Kişanak banga xwedîderketina li Kobanê kir û got: “Eger em di mijara xwedîderketina Kobanê de dereng bimînin wê encamên sererastkirina wan ne mimkun derkevin holê. Eger em îro nekin dibe ku em sibe dereng bimînin.”

Hevşaredarên bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, rêveberên DBP’ê yên Amedê, xebatkar û endamên partiyê îro li ber Ofîs AZC Plaza daxuyaniyek dan. Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak a di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, diyar kir gelê Kobanê hem xwe, hem jî bajarê xwe û hem jî tevahî nirxê mirovatiyê diparêzin û di nav berxwedaneke qehremantî de ne.

Kişanak got ku berxwedana tê kirin ji bo her kesî ye û wiha dewam kir: “Ev berxwedan ji bo jiyaneke demokratîk, ji bo biratiya gelan tê kirin. Ji ber vê sedemê em berxwedana li Kobanê silav dikin.”

Kişanak di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê her kes ji bo Kobanê têkoşîna mirovatiyê bidomîne û got: “21’ê Îlonê roja Yekşemê saet 13.00’an li ber avahiya DBP’ê ya bajêr wê kom bibin û meşekê li dar bixin.”

Kişanak ji bo meşê bang li gel kir û wiha got: “Eger em niha nekin, dibe ku em sibe dereng bimînin. Eger em di mijara xwedîderketina Kobanê de kêmasiyekê bijîn an dereng bimînin  wê encamên sererastkirina wan ne mimkun derkevin hole. Ji ber vê sedemê em di pêvajoyeke wiha de ne ku divê gelê me ji heft salî heta heftê salî bi van hestan bikeve nav tevgerê.”