Kişanak: Bajar veguherîne qada rantê
Kişanak: Bajar veguherîne qada rantê
Kişanak: Bajar veguherîne qada rantê
Hevseroka giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, di merasîma avêtina hîmê kompleksa sporê ya ku ji aliyê şaredariya Yenîşehîrê ve dihat înşakirin bû û diyar kir ku bajar bi demokrasiya temsîlî re veguherîne qada rantê û got: “Bi gelê xwe re divê em bajarê xwe bi rêve bibin.
Hîmê kompleksa sporê ya li ser 70 hezar metrekare li Tesîsê Civakî û Fîdanê ya Şaredariya Yenîşehîrê hat avakirin. Hevsroka BDP’ê Gulten Kişanak, şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, wekîla şaredariya Mezin a Amedê Hafîze Îpek, rêveberên BDP’ê û nûnerên STK’yan tevli bûn.
Selîm kurbanoglu di merasîma vekirinê de da zanîn ku ew ji ber xizmetê ji gelê xwe re dikin gelek kêfxweş dibin û got bi sporê dê pergala pêşerojê ava bikin.
Gulten Kişanak jî got her xizmeta ku ji gel re tê kirin, wan gelek kêfxweş dike û got: “Li Tirkiyeyê tiştên ku di 80 salî de nehatin kirin, di 8-10 salan de ji aliyê wan ve hatiye kirin. Ev serkeftinek mezine. Di vê astê de divê em cudahî û rengê xwe danîn holê. Rayeye ku gel daye me gelek girînge. Li Tirkiyeyê ji ber demokrasiya temsîlî îradeya rastîn gel li aliyekê hatiye hiştin. Demokrasiya temsîlê li her qadê rayeya xwe li gorî dilê xwe bikartîne. Bajar veguherîne qada rantê.”
Piştî axaftinên hatin kirin bi merasîmekê kurdeleya hîm hate birîn.