Serokwezîrê Tirk li Rihayê îşaret bi BDP’ê kirû got:”Ez bi aşkereyî bang li wê partiya tê zanîn dikim” û wiha domand: “Bila çek bê deng bibin, siyaset-raman bila biaxive.” Lê kesên ku xwestin pirsgirêkên welat çareser bibin û anîn ziman, li rastî girtin, binçavkirin, zext û girtîgehan hatin, ji ber ku tenê nêrînên xwe anîn ziman, li dijî parlementerên BDP’ê 554 fezleke hatin amadekirin û ji bo parlementeran jî 2 hezar û 333 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ev daneyên ku hene li hemberî ‘demokrasiya pêşketî’ ya Erdogan pirsa “Gelo kîjan raman, kî û bila çawa biaxive?” tîne hişê mirov.
Bi taybet ev çar sal in hukûmeta AKP’êji bo marjînalkirin û bêbandorhiştina siyaseta Kurdan hemû cûre zext û rêbazan bi kar tîne. AKP vê carê jî bi axaftineke nû dikeve sala 2013. Axaftina ku Serokwezîrê Tirk Erdogan li Rihayê kir. Erdogan BDP’ê destnîşan kir û got: “Ez bi aşkereyî bang li wê partiya tê zanîn dikim. Bila çek bê deng bibin, û bila fikir biaxivin”û bi vî awayî xwest rojeveke nû çêbike. Lê gava mirov zext û girtinên li hemberî rojnamevan, siyasetmedar, jin, xwendekar, sendîkavan, mafparêz, Kurd, muxalîf, demokrat û qadên din ên civakê dinêre, mirov dibîne bê Erdogan di van axaftinên xwe de çiqas ji dil e.
Kûlîsên siyasî û raya giştî dibêjin ku girîng e ku Serokwezîr were ser rêya çareseriyê! Lê daneyên li holê û kevneşopiya dewletê tenê di teoriyê de mane û ev axaftin jî cihê xwe nekirine. Gava mirov li kiryarên 3 salan ên AKP’ê dinêre pirsên weke ‘gelo ev taktîke, an jî hemleya mijûlkirinê ye’ tê hişê mirov.
‘Pêşîlêvekirina Demokratîk’ a ku sala 2009 bi daxuyaniya ‘Dê tiştên baş biqewimin’ ya Serokkomarê Tirk Abdullah Gul dest pê kir, pirsgirêka Kurd anîn cihek ji ya serdema derbeya 12’yê Îlonê xirabtir. Erdoganê ku beriya çend rojan mijara îdamê anî rojevê, li Rihayê axivî û axaftinên wî jî hema ji bo di siyasetê de pêşî li xwe vebike bû.
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ SIYASÎ YE, LÊ RÊBAZ ZEXT Û GIRTIN E
Di encama operasyonên ‘KCK’ê ku di lîteraturê de weke ‘operasyonên qirkirina siyaseta Kurdan’ tê zanîn, de derdora 8 hezar kes hatine girtin û ji vana derdora hezar kes hilbijartiyên BDP’ê ne û bi awayeke herî aktîf dinava siyasetê de ne. AKP’ya ku dibêje ‘cihê çareseriya pirsgirêkan meclîs e’ zextên dijwar li hemberî siayseta kurdan pêk tîne.
AQIBETA KESÊN RAMAN Û HIZIRÊN XWE TÎNIN ZIMAN
Bi taybet derdora hezar şaredar, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsên bajaran, rêberên navendên BDP’ê yên Kurd û yên ku ji aliyê Kurdan ve hatine hilbijartin, di girtîgehan de ne. Derdora 8 hezar kesên ku nêrîn, raman û fikirên xwe anîne ziman niha li pişt şibakên hesinî yên girtîgehan in. di navbera 2009-2012 de 18 şaredarên BDP’yî, 60 endamên meclîsên şaredariyan, 14 endamên meclîsa giştî, bi dehan kesên tenê daxwaza çareseriyeke aşitiyane dikirin hatin girtin.
PARLEMENTERÊN GIRTÎ JÎ JI BER HIZIRÊN XWE HATIN GIRTIN!
Gulser Yildirim, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Hatîp Dîcle, Îbrahîm Ayhan û Kemal Aktaş ên ku tu têkiliya wan bi tundiyê re tune ne û bi salan in ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane çareser bibe, hewl didin, di çaroveya operasyonên ‘KCK’ê yên ji aliyê desthilatiya AKP’ê ku niha banga “Bila fikir biaxivin” dike, ve hatin girtin. Piştî ku hatin girtin ji aliyê Kurdan ve weke parlementer hatin hilbijartin. Her çendî li Amedê Hatîp Dîcle bi dehhezaran deng hate hilbijartin, AKP’ê parlementeriya wî betal kir û xwest li Amedê hejmara wekîlên xwe zêde bike. Her wiha, ji bo parlementer di girtîgehên de bimînin, AKP’ê hemû deriyên çareseriyê girt.
BINPÊKIRINA AZADIYA RAMANÊ
Balkêş e ku di vê demê de AKP’ya ku nikare di platforma navneteweyî de tu pênaseyek ji bo operasyonên ‘KCK’ê ku bi hezaran kes jê hatine girtin, bike, xwe weke ‘hewariyê çareseriyê’ nîşan dide. AKP di sala 2012 jî li hemerî BDP’ê hemû cure zextên siyasî dijwar kir û bi sedan kes çalakên ji nava gel hatin girtin, avêtin girtîgehan û niha jî ji bo di raya giştî de rojevek nû biafirîne dibêje ‘Bila fikir biaxvin’, lê ji bo bêdengkirina hemû cure hizir û raman hemû tiştê dike.
JI BO YÊN KU RAMANÊN XWE TÎNIN ZIMAN GIRTÎGEHÊN NÛ DIRÊ DE NE
Erdogan da diyarkirin ku ew plan dikin ku di nava 5 salan de 153 girtîgehên nû ava bikin û ji vana 27 li ber îhaleyê ne, planên 83 ji wan tên danîn. Ev yek jî tê diyarkirin ku ev girtîgeh ji bo operasyonên nû yên li hemberî ramanêtê amadekarî tê kirin.
BILA KÎ, ÇI FIKIR, ÇAWA BIAXIVE?
Li gorî daneyên li ber dest, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û AKP’ya ku ji fikir û nêrînên cûda ditirse, ku dibêje ‘bila fikir biaxivin’, li hemberî parlementerên BDP’yî 554 fezleke amade kirine û ji ber ku tenê nêrînên xwe anîne zimên ji bo wana 2 hezar û 33 sal cezayê girtîgehê dixwaze. Ne tenê cezayê girtîgehan ji bo wekîlan dixwaze, di heman demê de ceza li wan jî dibêjre. Ev daneyên ku hene li hemberî ‘demokrasiya pêşketî’ ya Erdogan pirsa “Gelo kîjan raman, kî û bila çawa biaxive?” tîne hişê mirov.