Kêzikan davêjin nav xwarina girtiyên li Patnosê!

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L'yê y Patnosê helwest nîşan dan, jiber ku kêzikan davêjin nav xwarina wan, serdanên wan têne qedexekirin û ew têne kêmkirin.

Hate gotin gavên dijmirovî yên li ser girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L'yê ya Patnosê zêde bûye.

Qerdiyan bi ser koxuşên girtiyan de digirin, kêzikan davêjin nav xwarina wan. Perîşan Bayram, dayika girtiyê Emrah Bayram, serî li TUAY-DER  û ÎHD'ê da.

'HEKE WIHA BIDOME WÊ CENAZEYÊ ME JI VIR DERKEVE'

Bayram, ku ev 2 sal in li girtîgehê girtî ye, 27'ê  Tebaxê bi dayika xwe Perîşan Bayram re bi telefonê axivî.

Dayika Bayram got kurê wê di telefonê de gotiye, ''Kêzikan davêjin nav xwarina me. Bi ser koxuşên me de digirin. Ceza dan ku mehekê kesek nikaribe serdana me bike û em nikaribin li kesî bigerin. Me kêm dikin. Hemû tişt midûrê girtîgehê dike.  Heke wiha biçe wê cenazeyê me derkeve.''