Ketina welatiyan a Riha tê astengkirin

Ketina welatiyan a Riha tê astengkirin

Navçeya Pirsûs a Riha ku ji 19’ê Îlonê ve ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û xwedîderketina li berxwedanê çalakî didomin, dibin dorpêça polîsan de ye, li Riha jî tevgera hewayî didome.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî Kantona Kobanê ya Rojava ku ji 19’ê Îlonê heta niha li dijî gel êrîşên polîsan didomin li navenda Riha jî ketin û derketina Riha ji aliyê polîsan ve tê kontrol kirin. Li asîmanê Riha jî 4 helîkopterên artêşa Tirk li rojhilata, rojava û başûrê bajêr digerin.

Helîkopter ku vegeriyan Fermandariya Tugaya 20. Tevgera hewayî di nava rojê de jî hebû.