Keştî ji bo parêzeran disa 'xerabe' ye!

Keştî ji bo parêzeran disa 'xerabe' ye!

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane pêk bîne serî li dozgeriyê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî "xerabe" ye destûr nedan parêzeran.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Ayşe Acînîklî, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran ku lazim bû duh serî lê bidana û ji ber destûra sersalê îro pêk anîn, rastî astengiyê hat. Dozeriyê bi hinceta keştî "xerabe" ye serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Parêzer 526 rojin nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevditin pêk bînin.

Parêzeran heta niha ji bo hevdîtinê 147 caran serî li dozgeran da, lê her tim bi hinceta keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê heye hatin astengkirin.