KESK: Em ê ji bo siberoja xwe berê xwe bidin Enqereyê
KESK'ê da xuyakirin, ku ew ê ji sê baskan ve berê xwe bidin Enqereyê û di 15'ê Cotmehê de mîtîngekê lidar bixin.
KESK'ê da xuyakirin, ku ew ê ji sê baskan ve berê xwe bidin Enqereyê û di 15'ê Cotmehê de mîtîngekê lidar bixin.
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), têkildarî mîtînga Enqereyê ya 15'ê Cotmehê, ku wê bi tevlîbûma endamên xwe yên ji gelemperiya Tirkiyeyê pêk bîne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, wê bi şiyara "Em xwedî li kar û siberoja xwe derdikevin, em ê van êrîşan jî bişikînin" li meydana Kolej a Enqereyê çalakiyeke girseyî were lidarxistin û hat gotin, "Ne tenê ji bo endamên me yên ji kar hatine derxistin, em ê bibin dengê hemû kedkarên gelmeperiyê yên neheqî li wan hatiye kirin."
Endamên KESK'ê wê ji bo vê mîtîngê ji Stenbol, Îzmîr û Wan-Amedê berê xwe bidin Enqereyê.
Têkildarî meşa ji sê baskan ve, ev agahî hatin dayîn:
* Baskê Meşê yê Stenbolê; 13'ê Cotmehê li Kocaelî û Yalova, 14'ê Cotmehê li Bûrsayê û sibeha 15'ê Cotmehê jî wê li Enqereyê be.
* Baskê Meşê yê Îzmîrê; 12'ê Cotmehê ji Aydinê bi rê dikeve. 13'ê Cotmehê li Îzmîr û Manîsa, 14'ê Cotmehê li Ûşakê û di 15'ê Cotmehê de jî wê li Enqereyê be.
* Baskê Meşê yê Wan-Amedê; Yên di 12'ê Cotmehê de bi 2 otobusa ji Wanê bi rê bikevin, wê li Bedlîs û Êlihê werin pêşwazîkirin, daxuyanî werin dayîn û piştre bigihêje Amedê. Baskê Wan-Amedê wê di 13'ê Cotmehê de li Riha, Semsûr û Dîlokê, 14'ê Cotmehê li Hatay, Skenderûn û Edeneyê, 15'ê Cotmehê jî wê Enqereyê be."