KESK, DÎSK Û ABF: Bi lezgînî bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

KESK, DÎSK û ABF’ê, bang li AKP’ê kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rake û bihêle derhal hevdîtin pê re bê kirin.

Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê DÎSK’ê Kanî Beko û Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Bakî Duzgun, têkildarî grêva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Ocalan destpê kir, ji ANF’ê re axivîn.

OZMEN: HELWESTA HIKÛMETÊ NÎŞANEYA ŞER E

Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen diyar kir, di van rojan de ku daxwazên aştiyê yên li dijî aştiyê bi rikdarî têne gotin, divê ambargoya li ser Ocalan ku di arîşeya Kurd de mîmarê sereke yê pêvajoya çareserî û aştiyê ye, bê rakirin. Ozgen got, "Bi rastî jî hikûmet ev  1.5 meh in xwedî helwesteke kêfî û taloke ye. Li gel hemû daxwazên Kurdan, malbatê û parêzeran têkildarî rewşa Birêz Ocalan gavan navêje. Em pir bi fikar in."

Ozgen di dewama axaftina xwe de got, "hikûmet divê zûka dev ji vê helwesta xwe berde. Birêz Ocalan di mijara çareseriyê de kilîd e. Hemû hevdîtinên li giravê bi wî re hatine kirin û gelek caran hatiye dîtin ku têra xwe bandor li ser Kurd û Tirkan kiriye. Birêz Ocalan ji bo rawestandin û astengkirina vî şerî xwedî mîsyoneke girîng e; ji ber vê jî AKP beriya ku bi derengî bikeve divê rê li ber hevdîtinan veke. Pêdiviya vî welatî bi vê heye. Rihetkirina dilê vê civakê peywira hikûmetê ye; bi vê peywir û berpirsyariyê divê di cih de tekeve nav tevgerê."

DUZGUN: DI ŞEXSÊ OCALAN DE HEQERATÊ LI HEMÛ KURDAN DIKIN

Serokê Giştî yê ABF’ê Bakî Duzgun jî got, "Ti kesek bi rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd nizane. Ev yek, bi awayekî zelal, di şexsê Ocalan de heqereta li tevahiya gelê Kurd e. Ti Kurd vê rewşê qebûl nake û divê neke jî. Hûn ramanên diparêzin yan na, ev mijareke din e, lê tecrîda li ser kesekî ku ew civak jê re rêber dibêje, astengkirina hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re şerma vî welatî ye."

BEKO: DIVÊ MASEYA ÇARESERIYÊ WERE DANÎN

Serokê DÎSK’ê Beko jî got divê 4 partiyên siyasî yên li meclîsê divê bi lezgînî werin cem hev û ji bo azadî, aştî, demokrasiyê çareseriyê pêk bînin. Bi berdewamî,     Di wan rojan de ku hevdîtinên aştiyê hebûn, Kurd û Tirk weke birayan dijîn, şer tinebû. Heke li van deran wê aştî, biratî hebe, wê xwîn neherike, kî vê aştiyê pêk bîne divê li dor maseya aştiyê bêne cem hev."

...