KESK: Dewlet dixwaze mudaxeleyî saziyan bike
Desteya Rêveber a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) nerazîbûn nîşanî zextên li ser baro û odeyên bijîşkan da û diyar kir ku hewl tê dayin ku mudaxeleyî saziyan bikin.
Desteya Rêveber a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) nerazîbûn nîşanî zextên li ser baro û odeyên bijîşkan da û diyar kir ku hewl tê dayin ku mudaxeleyî saziyan bikin.
Rêveberiya Desteya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) têkildarî daxuyaniyên mudaxeleya li dijî baroyan û odeyên bijîşkan daxuyaniyek nivîskî belav kir û bertek nîşanî desthilatê da.
KESK’ê di daxuyaniya xwe de pênaseya “Dîktatoriya De Facto” a di rapora Weqfa Bertelsmann de bi bîr xist û got ev pênase rastiyê radixîne ber çavan. KESK’ê da zanîn ku desthilatê vê pêvajoya şewbê ji xwe re veguherandiye fersendê û sepan û daxuyaniyên desthilatê ji her alî û însanan ve rastî nerazîbûnê tê. KESK’ê got di pêvajoyek ku însan di bin gefa şewbê de ne û bi nexweşînek cidî re rû bi rû ne lê desthilat ketiye pey berjewendiyên xwe û cudakariyê dike.
KESK’ê da zanîn ku zext û mudaxeleyên li dijî rêxistinên civakî yên sivîl nayên qebûlkirin û ew bi her awayî li gel baroyan û rêxistinê pîşeyî cih digirin û wê destûr nedin ev sazî bikevin bin kontrola hikûmetê.
KESK’ê daxuyaniyên desthilatê yên ji bo guhertina hilbijartinê baroyan û rêxistinê pîşeyî şiband şaredariyên hatine desteserkirin û got piştî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan niha jî dixwazin rêxistinên ked û pîşeyî bixin bin kontrola xwe.
KESK’ê diyar kir ku ew ê bi her awayî li dijî van zext û mudaxeleyan têkoşîna xwe bi van rêxistinan re mezintir bikin.