Du kesên ku di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina sê jinên Kurd ên siyasetmedar de hatin qetilkirin, hatin binçavkirin, piştî dema wan a 98 demjimêran tije bû, dê îro bibin dadgehê. Niha jî çav li benda delîlên ku ku dê polîsên Frensî pêşkêşê dadgehê bikin e.
9’ê çileyê li Parîsa paytexta Franseyê sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de du kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin dema wan a binçaviyê temam dibe û dê îro derbixînin pêşberê dadger.
Heta niha ne polîsên Frensî û ne jî dozgeriyê tu daxuyaniyek derbarê mijarê de nedane û lê çapemeniya Fransî nûçeyên derbarê vê mijarê de belav dike. Her wiha, heta niha derbarê nasnameya her du kesan de jî tu agahî nehatine dayin.
Lê hat îdîakirin ku di çarçoveya lêpirsînê de polîsan delîl bi dest xistine. Li gorî agahiyan, bi sakoyê kesek ji wana ve şopa barûtê heye û yê din jî DNA’ya kesek din ji wan li ser qalikê gulleyê ya ku hate dîtin heye. Lê di nûçeyê de tê diyarkirin ku ev mînaka DNA’yê tam piştrast nebûye, lê ji bo bidestxistina delîlan girîng e.
Tê payin ku îro polîsên Frensî derbarê mijarê de daxuyaniyek bide û her du kesên hatin binçavkirin jî dê derbixînin pêşberê dadger.
Federasyona Komeleyên Kurd ên Fransayê (FEYKA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku lêpirsîna qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd di bin siya hevkariya Parîs û Enqereyê de tê kirin.
FEYKA, helwesta polîsê Fransayê ku dixwaze gumanê ji Kurdan bibe û dewleta Tirkeyeyê jî bêsûc nîşan bide, şermezar kir.