Ji bo kesên di êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a 5’ê Hezîrana 2015’an li Qada Stasyonê hate lidarxistin merasîmek ya bîranînê hate lidarxistin. Parlemetera Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetên HDP’ê, dîsa endamên partiyê malbatên kesên ku xizmên wan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn û birîndarên bi navên Riza Oden, Veysî Akbûlût û Mehmet Şîrîn Akbûlût tevlî bîranîn bûn. Di bîranîna polîsan ewlekariyeke mezin girtin de, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dabûn, deqeyek rêz hate girtin.
Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku êrîşa bombeyî bû parçeyek ji dîroka bi êş a galê Kurd û got: “Dîroka Amedê ji êşan tije ye, kuştinên kiryarên wan nediyar, înfazên bê daraz tije ye. Me dem bi dem şahidî ji qetlîamên ku ji aliyê destên hêzên tarî ve hatiye kirin. 5’ê Hezîranê rojek ji vê ye. Di vê êrîşa beriya 3 salan de 5 hevrêyên me jiyana xwe ji dest dabûn. 400 mirovên me jî birîndar bibûn.”
Bûldan bibîr xist ku negirtin û nedarazandina wan kesayetan kir ku qetlîamên nû bi xwe re bîne, mînaka vê jî qetlîamên Pirsû û Enqere ye wiha pêde çû: “Yekan e daxwazên gelê li vir kom bûye, aştî û biratiya vî welatî ye. Dengê ji vir bilind bibû, daxwaza edalet, aştî û azadi ye. Divê êdî ev hişmendiya qirker bê guhertin. 24’ê Hezîranê dîroka ku êdî ji vê hişmendiya tarî hesab bê xwestine. Ji bo 24’ê Hezîranê ev hişmendiya qirêj biçe em têkoşîneke mezin dikin. Edalet wê bi teqez rojekê were. Em dev jî vî karî bernadin.”