Kemalbay: Ayhan Bîlgen kelepçe red kir!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay, nerazîbûn nîşanî domandina girtina Ayhan Bîlgen da.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay, nerazîbûn nîşanî domandina girtina Ayhan Bîlgen da.
Kemalbay bal kişand ser vî tiştî ku Bîlgen kelepçe red kiriye û got heta azadiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Kemalbay nerazîbûn nîşanî domandina girtinê ya Bîlgen da û got, “Di vê rûniştinê de me dît ku li hemberî me biryareke siyasî heye. Dîlgirina parlementerekî jixwe li dijî Destûra Bingehîn û zagonan e.”
‘BÎLGEN WÊ BERXWEDANA XWE BIDOMÎNE’
AKP ligel ku tu hêmanên sûc tune parlementerên me dîl digire. Armanca wan ev e ku gelên Tirkiyeyê negihêjin demokrasiyê. Biryar bi awayê hiqûqî nayên dayîn. Bi talîmatên ji Qesrê biryar tên dayîn. Biryara têkildarî Ayhan Bîlgen ji bo me tu wateya xwe tune. Ayhan Bîlgen wê li hundir berxwedana xwe bidomîne. Xwestin Ayhan Bîlgen kelepçe bikin lê Bîlgen mîna Demîrtaş ev pêkanîn qebûl nekir. Desthilatdariya siyasî nikare parlementerên me kelepçe bike, ev ne heddê wan e.”