Kedkarên Amedî: Em ê bi qeyûm re nexebitin, berxwedanê mezin bikin
Kedkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî sepanînên AKP’ê ku îradeya gel dike hedef, dan xuyakirin ku wê berxwedanê mezin bikin.
Kedkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî sepanînên AKP’ê ku îradeya gel dike hedef, dan xuyakirin ku wê berxwedanê mezin bikin.
Kedkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşandin, gotin; “Niha halekî herî bê perwa heye ku hikûmeta AKP’ê hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê veguherandiya amûrê ku polîtîkayên xwe yên qirêj û faşîst rewa dike.”
Kedkaran bal kişandin ku AKP’e hewl dide tevahî beşên mûxalîf û berxwedêr bi polîtîkayên dijminane tasfiye bike û wiha dewam dayê:
“Wek karker û kedkarên li Kurdistanê dijîn, li dijî vê helwesta dijminane ku îradeya gelên Kurdistanê xesp dike, li dijî hesasbûnên siyasî û civakî yên gelê me ne, em diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ya berxwedana rewa mezin bikin. Wê ti hêzên dagirker nikaribe xwe li ser ked û nirxên ku me daniye holê civakî bike. Li dijî vê zihniyeta dagirkeriyê ku wê ti ji me nas nekin, qebûl nekin, em bi eşkere îfade dikin ku em ê rastiya gelê Kurd a ku bi îradeya xwe têdikoşe esas wergirin. Li ser vî esasî, wek kedkarên şaredariyê em diyar dikin qeyûm nas nakin û em ê pê re nexebitin. Em soz didin ku em ê ji niha û şûn de têkoşîna xwe ya keda civakî li cem gelê xwe yê berxwedêr bi rûmet û di xizmeta wê de pêş bixin.”