Kedkarê mezin ê medya Kurd Mahmût Onder jiyana xwe ji dest da

Kedkarê mezin ê medya Kurd Mahmût Onder, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Kedkarê mezin ê medya Kurd Mahmût Onder jiyana xwe ji dest da. Onder, demeke dirêj bû li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji ber kanserê tedawî dibû.

MAHMÛT ONDER KÎ YE?

Onder di sala 1952'an de li taxa Alî Paşa ya Amedê ji dayik bû. Li Amedê sendîkakarî kir. Piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î, derbasî Sûriyeyê bû û ji wir jî berê xwe da Ewropayê. Onder 36 sal bû li sirgûnê dima.

Mahmût Onder li Med Tv, Medya TV, ROJ TV û herî dawî li Stêrk TV bername çêdikir û edîtoriya nûçeyan dikir.