Kedkarê mezin ê çapemeniya Kurd: Mahmût Onder

Çîrokek bi êş, sirgûnî, ked, berxwedan û têkoşîneke bêhempa dagirtî, ku ji Alî Paşa ya Amedê dest pê kir û li paytexta Kopenhagen a Danîmarkayê dawî lê hat..

Kedkarê mezin ê medya Kurd Mahmût Onder, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Beriya niha bi demekê, nûçegihanê DÎHA'yê Bîlal Guldem li ser jiyan û têkoşîna wî ya li nava medya Kurd, bi Onder re hevpeyvîn kiribû. Kedkarê çapemeniya Kurd Mahmût Onder wiha qala xwe dike.

Bi qasî ku em dizanin jiyaneke we ya têrzehmet û têra xwe jî bi têkoşîn û berxwedanê ya rojnamevaniyê tijî heye. Hûn dikarin xwe bidin naskirin?

Ez di sala 1952-53'an de li Amedê li taxa Alî Paşayê kolana di navbera qonaxa Cemîl Paşa û Dêra Dayik Meryem de ji dayik bûme. Bavê min memûr bû. Em 5 bira û 3 xwişk in. Ez zarokê sêyemîn yê malbatê me. Diya min a rehmetî digot; 'tu di dema herba Qorê de hatî dinyê.' Herba Qorê jî di navbera salên 1950-53 an de pêk hatiye. Min dibistana seretayî li Alî Paşayê û dibistana Pîşeyî-meslegî-lîseyê li Sanaat okulu xwend. Zaroktî û hinek jî ciwaniya min li taxa Alî Paşayê derbas bû. Heta salên 1950-60an Alî Paşa taxa herî mezin ya bajêr bû. Ez li çemê Dîcleyê ferî avjêniyê bûm, li baxçeyên Hewselê tûyên reş-qera hubur, li enzele û benûsenê alûc-erîk xwariye. Bircên Amedê yên Surê bi yek bi yek nas dikim. Bi kinahî Diyarbekiriyek-Amediyekî başim. Di dema zaroktî û ciwaniya min de ti ferq di navbera ermen, asur-suryan û misilmanan de tinebû...Gelek hevalên min yên ermen, asur û suryanî hebûn. Di destpêka sala 1970 de ez bûm şoreşger û di nava refên hin rêxistinên wê demê de cih girt û doza sosyalîzm û kurd û Kurdistanê kir. Ji Doktor Şivan-Seîd Kirmizi Toprak bigre, heta Omer Ayna, min gelek lîder û şoreşgerên Kurd û tirk nas kirin. Di dawiya salên 1976 de min li saziya karayolarî ya Amedê dest bi kar kir û di dawiya sala 1978an de li sendîka Yol-Işî'ê de bûm sendîkavan. Piştî darbeya 12 Îlonê sala 1980î hatim binçavkirin û piştî çend carên binçavkirin û êşkenceyên giran, weke bi hezaran şoreşgeran ez jî neçar mam terkîwelat bibim. Paşê ez û gelek hevalên min yên wê demê em derbasî binxetê-Rojavayê Kurdistanê bûn û ji wir jî çûn Lubnanê. Li cem rêxistina El-Fetîh ya di bin serokatiya Yaser Erefat de em li bajarên Bêrûd, Seyda, Sur û Nebatiyeyê hatin bicihkirin. Lêbelê, di meha Hezîrana sala 1982an de Îsralê êrîşê Lubnanê kir û em neçar man ji Lubnanê derkevin. Di dawiya sala 1982an de ez vegeriyam Amedê tevî 3 zarok û hevsera xwe em dîsa hatin Suriyê û ji wir jî hatin Ewropayê. Herwisa piştî destpêka şerê çekdarî ya sala 1984an û şehîdbûna çend komên şervan, min biryar da ku di nava refên tevgera azadiyê de têkoşîna xwe bidomînim. Û herwiha ji wê rojê û heta niha hema bêje bi awayekî bê rawestan li gelek qadên Ewropayê tevî malbata xwe min hewl daye ku layiqê gel, serokatî, cangorî û Kurdistanê bibim... 

Wekî ku tê zanîn yekem car li Ewropa we bi weşana MED TV dest bi weşana TV'iyekî kurd a ewil kir. We wê demê çima pêwîstî bi vekirina TV'iyek dît, derfetên we çibûn û we bi çi awayî TV vekir? 

Ji ber bindestî û mêtingeriya dewletên dagirger miletê kurd ji aliyê çapemeniya nivîskî 65 ya bînêrî ve jî 60-65 sal paşde mabû. Piştî pêl bi pêl geşbûna têkoşîna azadiyê, di sala 1994an de rêber Apo vekirina televîzyonekê pêşniyar kir. Ji ber ku dewletên dagirker bi weşanên xwe hem serdestiya xwe ya li ser kurdan zêde kiribûn û hem jî weşanên xwe weke çerxa asîmîlîasyonê birêve dibirin. Ji ber vê yekê birêz Ocalan girîngî û pêwistiya avakirina televîzyonekê anî rojevê. Herwiha civîna destpêkê li Almanya bajarê Bonnê û yên li pey hev jî di sala 1994an de pêk hatin. Rêveberiya Ewropayê ya têkoşîna azadiyê hemû derfetên heyî xist meriyetê û di dawiya 1995an de li ser pêşniyaran bi navê Med-Tv li Belcîkayê televîzyona kurdî dest bi weşana testê kir. Paşê di sala 1996an de weşana zindî ya bi 4 saetan destpê kir û paşê bû 6, 8, 12 saet û herî dawî 24 saet weşana zindî pêk hat. Di destpêkê de ez bixwe bi karên weqfê ya ji bo fînansekirina Med Tv rabûm. Lêbele destpêka sala 1997an, di rojekê de 2 sipîkêrên Med Tv yên kurmancî kar li ser cih hiştin û bi awayekî bêbext ji saziyê veqetiyan. Li ser vê yekê rêveberiya Med Tv ya wê demê gazî min kir. Dema ku ez hatim televîzyonê gelek heval û xebatkarên hêja hebûn. Min di beşa kurdî-kurmancî ya nûçeyan de dest bi xebatê kir. Wekî hevalên Rêşad Sorgul, Mazhar Gunbat, Bedran, Zana û herwekî din me di beşa kurmancî ya nûçeyan de, bi taybetî bi wergera ji tirkî me nûçe çêdikir. Ez bi xwe rojê 10-12 saet hem li saziyê dixebitîm û him bi şev li malê ji bo pêşxistina zimanê nûçeyan min lêkolîn dikir. 

Hûn dikarin hinek behsa xebatên ji weşangeriya MED TV heta roja me ya îro bikin?

Weşangeriya Med Tv li gor wê demê pirr baş dimeşiya. Tevî ku teknîk-internet ewqas pêş neketibû û ajans û nûçegihan pirr kêm bûn jî, xebat û weşaneke baş dihat meşandin. ji ber ku hema bêje hemû weşanên dewleta Tirk û yên dagirkerên din pûç dikir û bi zimanê dayikê xîtabî gelê kurd dikir. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt Med tv bû guh, ziman, çav û hêza têkoşîna gelê kurd. Di sala 1997 an de bi xebateke bêhempa û giranbuha, bi fedakariyeke mezin Med Tv her roj 63 bername diweşandin. Bi çar ziman Kurdî, tirkî, erebî, farisî, Suryanî û 3 diyalektên kurdî kurmancî, soranî û zazakî nûçe û bernamyên cihêreng dihatin pêşkêşkirin. Paşê bername û nûçeyên bi îngilizî û diyalekta Hewramî lê hatin zêdekirin. Piştî Med Tv, bi rêzê Medya, Roj, Stêrk, Newroz, Ronahî û MMC weşangeriya bi kurdî heta roja me dewam kir. Piştî Med Tv li parçeyên din ên Kurdistanê hin televîzyonên din jî dest bi weşanê kirin, lê ji ber ku Med Tv ya destpêkê bû, di dilê miletê kurd de cihekî girîng û taybet wergirt. Xebatên weşanê ên televîzyonan bi ekîban, kedeke mezin û hurkolînê bi kevneşopiya Med Tv hêna jî didome. Helbet rewş û pêvajoyên piştî Med Tv jî tesîr li ser weşanên van televîzyonan kirin. Bi taybetî bûyer û pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê bi saya medya û çapemeniya kurd kêlî bi kêlî ji bo gelê kurd û raya giştî ya cîhanê hat ragihandin. Herwisa divê neyê jibîrkirin, ku ajansên DIHA û Firatê jî destek û piştgiriyeke mezin dan weşangeriya kurdî. Nûçegihanên van ajansan li hember hemû êrîşan bi berdêlên giran rûmeta rojnamegeriyê parastin û hêna jî diparêzin. Gelek caran ji bo kişandina dîmenekî hovîtiya hêzên dewletên dagirker canê xwe dikin mertal û gelek caran jî dibin hedefa xêrnexwazan. Lewma ez dikarim bêjim, ku li cîhanê ti milet weke gelê kurd li qada çapemeniyê ewqas berdêlên giran nedane.

Qonaxa ku medyaya kurdî niha gihîştiyê hûn çawa dibînin û kêmasiyên li ser medya kurdî hûn dibînin çi ne?

Helbet, dema ku mirov bixebite kêmasî çêdibin. Lêkoler dibêjin, piştî karên kanên binerd-madenê karê herî giran rojnamevaniye. Ji ber vê yekê dema ku mirov rewş û derfetên gelê Kurd ya li her çar perçeyan û derveyî welêt bigre berçavan, ez dikarim bêjim, ku çapemenî û medya kurd kêmasiyên mezin nekirine. Ji aliyê têgihiştin, ronîkirin û pêşxistina çand, siyasî û civakî ve rola dikeve ser milên çapemeniya kurd dikare baştir were bicihanîn; Divê derfetên heyî werin zêdekirin da ku ajansên heyî û bernameyên çand, huner, zarok, ciwan û jinan li weşanên televîzyonan werin zêdekirin. Bi taybetî kêmasiyên ji aliyê bernameyên zarokan ve demek ji ya din zûtir ji holê werin rakirin. Nûçegihanên ajansan werin zêdekirin û li welatên ku rasterast pêwendî bi têkoşîna azadiyê û gelê kurd re hene, nûçegihan werin bicihkirin. Bi espiriya "Nûçe di wextê xwe de were weşandin nûçeye" ji bûyer û pêşveçûnên li Kurdistan û cîhanê diqewimin gelê kurd were serwextkirin. Jixwe perwerde û hindekariya gel ya bi rêya çapemeniyê ne mijara gotûbêja ye; divê ev rewş her tim li ber çavan bê girtin da ku nûçe û bernameyên tên weşandin gelê kurd pêş bixîne û serwext bike. Herwisa divê çapemeniya kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt jî, di çarçoveya nirxên hevpar de berjewendiyên gelê kurd biparêzin. 

Dîsa weke tê zanîn rojnamevan, sazî û dezgehên medyaya kurdî çi li welêt çi li derveyî welêt di bin êrîşên dewletên dagirger û metînger de ne. Hûn êrîşên li ser rojnavenanên kurd, muhalîf û çepgir çawa dinirxînin?

Helbet çapemeniya her miletekî li ser erd û welatê xwe dikare baştir pêş bikeve û ji cewhera gelê xwe sûd wergire. Mixabin, ji rojnameya kurdistan a Mîqtad Mîthat Bedirxan û heta niha ji ber zextên dewletên dagirker çapemeniya kurd li derveyî welat dest bi weşanê kirine. Herî dawî Medt Tv jî di sala 1995an de ji neçarî li derveyî welêt dest bi weşanê kir. Dewletên dagirker û bi taybetî dewleta tirk, ji avakirina komarê û vir ve ne tenê êrîşên fizîkî, herwisa êrîşê hemû nirx, hêjayî û berhemên kurdan dike. Di pêvajoya 94 salên komara tirk de Medya kurdî, di qonaxên gelek dijwar û êrîşan re derbas bû. Ev êrîşên hovane bi taybetî li Tirkiyê hêna jî dewam dikin. Tevî hemû qanûn û peymanên navneteweyî jî dewleta tirk êrîşên xwe didomîne. Lewma li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rojnamegerî û nûçegihanî ne hêsane. Mirov dikare bêje, ku rojnamevan an jî nûçegihanekî çapemeniya kurd, kuştin jî têde her cûre zext û êrîşan digre ber çavan û pîşeya xwe pêk tîne. Herwiha hema bêje li cîhanê li qada çapemeniyê berdêlên herî giran gelê kurd dane. Rojnamevan û nûçegihanên çapemeniya kurd, ji bo vejîna çapemeniya azad kar û xebateke bêhempa dimeşînin û ev yek ji bo parastina rûmeta çapameniya azad ya cîhanê jî nûmîneyeke bê-emsal e. Bi taybetî di dema serdestiya AKP de zextên li ser çapemeniya azad, yên kurd, sosyalîst û çepgiran pirr zêde bûne. Hukumeta AKP xwe li ti rexne û rastiyan ranagre; ne tenê li welêt êrîşên xwe li qada navneteweyî jî didomîne. Li Tirkiyê û Kurdistanê rojnamevanan digre, êşkence û tehdît dike, li derveyî welêt jî eger ji destên wê were, wê çapemeniya welatên din yên rexne li AKP û Erdogan dikin qedexe bike û ceza bide rojnamevan û saziyên weşanê. Lewma lazime li li hember hemû êrîşên AKP û berdêlên wê çi dibe bila bibe rûmeta çapemeniya azad bê parastin. Tenê bi têkoşîn û berxwedaneke bi vî rengî dikare pêşî li êrîşên AKP bê girtin. .

Ev bû demek dirêj hûn nexweşînekî derbas dikin, rewşa we ya niha çawa ye û hûn bi kurtasî dikarin behsa vê rewşê bikin?

Belê, ev salek û nîve ku ev nexweşîna xedar 'pençeşêr' li min peyda bûye. Her çend pirr xedare jî, ezê heta dawiyê li ber xwe bidim..Tişta ku herî zêde ez li ber dikevim ew e, ku ev mîrata hanê min ji xebat, heval û hogirên min dûr xistim...Lewma dema ku hema hinek min xwe baş hîs kir, hema yekser hatim Burukselê û min hevalên xwe yên xebatkarên çapemeniyê ziyaret kir. Ji ber ku ji ciwaniya min û heta niha hema bêje 45 salên min bi şoreşgerî û berxwedanê derbas bûn. Berxwedan û têkoşîna azadiyê parçe û çandeke jiyana min e. Wekî din li hember ewqas heval, hogir, hezkirî û morala ku didin min, vê ev nexweşî nikaribe biserkeve, ezê tevî heval û hogirên xwe li hember vê nexweşiyê biserkevim.. 

Her dawî hem ji bo medyaya kurdî û hem jî ji bo gel pêşniyarek û peyamek we heye?

Na xêr, ti pêşniyar û peyamek min ya ji  bo ew rojnamevan û nûçegihanên lewend tine ye, eger hebe jî ez dikarim ezmûn-tecrûbe û zanîna xwe bi wan re parve bikim. Lewma ez dibêjim, em nûner û xebatkarên çapemeniya azad êş û elemên xwe, zanîn û tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin bese û bi vî awayî wê xêrnexwaz negihêjin armancên xwe. Eger em parvekirina jiyanê bikin çand û pîşeya xwe, bêşik wê serketin ya xebatkarên çapemeniya azad be.