Kedkarê çapemeniya azad Mehmet Akyol ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin

Cenazeyê Rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da li ber avahiya Ozgur Gundemê ya mohrkirî bi merasimekê hat birêkirin.

Rojnameger û edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ê di Rojnameya Sosyalist de ji ber nivîsa xwe cezayê îdamê lê hat birîn, du roj berê jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenazeyê Mehmet Akyol li ber avahiya Rojnameya Ozgur Gundeme ya mohrkirî merasim hat lidarxistin. Di merasima cenaze de hevalên Akyol ên rojnameger, hevalên wî yên xebatkarên Ozgur Gundemê û gelek rojnameger amade bûn. Di merasima cenaze de ketin û derketina kolana Maçê ji aliyê polîsan ve hat girtin. 

Merasima cenaze li ber avahiya Ozgur Gundemê dest pê kir. Darbesta Akyol bi ala sor hat pêçan. Rojnamegerên beşdarî merasima cenazeyê Akyol bûn bênavber siloganên "Heval Mehmet Nemir e" berz kirin. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Ender Ondeş, axivî û got: "Me hem bêriya hebûna wî hem jî bêriya tunebûna wî kir. Ondeş, anî ziman ku gelek hempîşeyê wî di temenê zarokên wî de bûn û bi hemûyan re di nava têkiliyek gelek baş û xurt de bû. 

Ondeş, bal kişand ser girtina Rojnameya Ozgur Gundemê û wiha got: "Ew wê rojê ne li Rojnameyê bû. Ger ku li rojnameyê bûya dê teqez pîpoya wî li cem wî bûya. Em soza têkoşînê didin Akyol. Ger ku em li ser piyan bin, têkoşîna wî girîng e. Em bi saya têkoşîna wî li ser piyan e.” 

Wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş jî anî ziman ku wan di salên 90'î de di nava berxwedanê de cih girtin û berxwedana wê rojê anîn îro. Ataş, anî ziman ku ew ê têkoşîna wan berdewam bikin û bilind bikin. Piştî merasimê cenazayê Akyol ber bi Mizgefta Akşemsettin a Okmeydanî bi rê kirin. Piştî merasima olî wê cenazeyê Akyol li Goristana Hasdalê wê definkirin.