Kedkaran li Amedê nerazîbûn nîşanî bêedaletî û nelirêtiyê dan

Li Amedê ligel ku polîsan asteng kirin jî bi şîara ‘Ji bo aştiyeke civakî û jiyaneke bi mirovane em demokrasiyê ava bikin’ mîtîngek hate lidarxistin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li Qada Îstasyonê bi şîara "Ji bo jiyanek mirovane û aştiya civakî, em demokrasiyê ava bikin" mîtîng li dar xist. Mîtînga li Qada Îstasyonê bi rêzgirtinê dest pê kir. Mîtîng ji aliyê KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ve hat amadekirin. Kedkaran li qada mîtîngê daxwazên xwe bi pankartên Kurdî û Tirkî anîn ziman. Girseya ku derbasî qadê bû û xwest pankartên li ser "Bi tayînkirina qeyûman, îxracan û dûrxistinê nikarin me bêdeng bikin", “Li dijî şer aştî", “Em butçeya gel pêşkêşî şer nakin" derbasî qadê bikin, polîsan pankartên "Şer" li ser hatibû nivîsandin desteser kirin û destûr nedan ku van pankartan têxîn qadê. Girsê li qada mîtîngê pankarta "Em ê dawî li serweriya rêbiran bînin”, "Zimanê me rûmeta me ye”, “Qerarname nikarin rûmet û vîna me xesp bikin” vekirin. Nûnerên rêxistinên sendîkayan bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava, bijî berxwedana kedkaran” meşiyan û ji aliyên cuda ve ketin qada mîtîngê. Ji 14 bajarên herêmê kedkar hatin tev li mitîngê bûn. Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de ewil Serokê Şaxa 1'emîn a Egîtim Sen'ê Abas Şahîn axivî û wiha got: "Li vî welatî yên li dijî polîtîkayên bişaftinê û mêtîngeriyê radiwestin wekî "Xayinê welat" tên tawanbarkirin. Lê xayinên welat ew in. Ji ber ku li vî welatî bawerî û çanda mirovan hat xedexekirin. Xizanî û dizanî pêş xistin. Li ser navê demorasî û hiqûqê tu tişt nema."

 Endamê Lijneya Koordînasyona Bajar ê Amedê ya TMMOB'ê Dogan Hatun jî rexne li dewletê kir û got: "Dewlet vê zilma li Kurdan tê kirin rewa dibîne û ji bo xwe jî wekî heq dibîne. Li welat Qrîza aborî heye. Ji ber Qrîza aborî mirov întîhar dikin. Divê butçeya heyî ne ji bo şer, ji bo tenduristiya gel bê xerçkirin."

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezen axivî û rexneyên tûj li ÎQtîdara AKP'ê kir. Gezen AKP bi gotina “faşist û paşverû" pênase kir û wiha axivî: "AKP li derve bi polîtikayên Osmaniyê tev digere. Li hundir jî bi polîtîkayên tundî û zextan tevdigere. Bi vê yekê emrê xwe dirêj dike. Li aliyekî yên ji ber xizaniyê nikarin nan bibin mal û xwe dikujin, li aliyê din hin kes 50 hezar lîra didin xwarinekê. Li vî welatî yên li dijî vê rejîma yek zilamî ya xesp talankirin û qeyûmê derdikevin hene. Li vî welatî kedkarên li ber xwe didin hene. Silav ji hemûyan re."

Mîtîng piştî axaftinan bi konsera hunermend Azad Bedran bi dawî bû.