Kedkar li dijî derxistina ji kar li qadan bû

Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê derxistina kedkarên perwedehiyê hate protestokirin û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê ji bo li dijî derxistna kar a kedkarên perwerdehiyê li pêşiya Kuleya Saet a li Qada Tarsûs Yarenlîk bi daxuyaniyekî çapemeniyê hate protestokirin.

Di daxuyaniyê de li gel saziyên civaka sivîl a li Tarsûsê gelek welatî jî piştgirî kir, di daxuyaniyê de pankara bi nivîsa “Dest nede mamostayên min” û “Em radest tarîtiyê nabin, bêdeng nabin” vekirin.

Endamê Desteya Rêveberiya Şaxê Egtîm Sen a Tarsûsê Eyub Kizil daxuyanî da û diayr kir ku yên ku ji kar hatine derxistin bê ku delîlekî şênber nîşan bidin hatine derxistin. Kizil destnîşan kir ku çapemeniya azad û muxalîf jî para xwe ji van êrîşan girtiye.

Kizil diyar kir ku li dijî hemû kesên ku ji kar hatine derxistin wê li qadan bin û got: “Li dijî zext û zilmê stûyê xwe xwar nakin, heta ku erka kedkarên perwerdehiyê radestî wan nakinwê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Kedkaran piştî daxuyaniya ku hate dayîn û şûn de çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi dirûşma “Zext nikarin me ji rêya me vegerînin” çalakiya xwe bi dawî kirin.