KCK: Xweş razê Mamoste Mehmûd; Kurdistan wê azad bibe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyameke sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder peyameke sersaxiyê weşand.
KCK'ê got, "Em gelekî pê êşiyan ku kedkarê çapemeniya Kurd, welatparêz û demokratê hêja Mamoste Mehmûd Onder jiyana xwe ji dest daye" û sersaxî ji malbat, dost û hevalên wî, civata çapemeniya azad û alternatî û tevahiya gelê Kurd re xwest.
Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:
"Mamoste Mehmûd Onder, ne tenê kedkarê çapemeniya azad bû, di heman demê de bi kesayetiya xwe ya welatparêz û demokrat, bi têkoşîna xwe hêz da têkoşîna azadî û demokrasiyê. Mehmûd Onder, pêşveçûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a di salên 1970'î de geş bû, didît û weke welatparêz û demokratekî bi bîra xwe ya 50 salan, destekeke gelekî girîng da têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Weke delegeyê Civata Giştî ya Kongra Gel, xeta sosyalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk a xwe dispêre konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo, diparast. Mehmûd Onder bi rastî jî pê bawer dikir, ku xeta têkoşînê ya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, wê Kurdistanê bike welatekî azad û serbixwe. Ji ber vê yekê, hedefa nefesa dawî dilê wî bi têkoşîna azadiyê re lê daye. Her tim yekîtiya Kurdan û kongreya neteweyî parastiye û bi vî rengî berpirsyariya xwe ya li pêşberî dîrokê û gelê Kurd bi cih aniye. Têkoşîna wî ji bo jiyana azad û yekîtiya Kurdan bû, ku ev yek xewna Ehmedê Xanî bû.
Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em soz didin, ku em ê têkoşîna Kurdistana azad bi ser bixînin, ku ev yek hesreta Mehmûd Onder û hemû welatparêzên demokrat e. Bi bîr û baweriya bi ser xistina vê hesretê, em ê di sala 2017'an de têkoşîna xwe geştir bikin.
Xweş razê Mamoste Mehmûd; Kurdistana azad û yekîtiya Kurdan, ku hesreta te ye, wê pêk were!"