KCK'ê sersaxî ji malbata Ûysal re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê sersaxî ji malbata siyasetmedarê Kurd Mesût Ûysal xwest, ku pêr wefat kiribû.

Peyama nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Em pê êşiyan ku siyasetmedarê Kurd ê hêja Mesût Ûysal jiyana xwe ji dest daye. Bila serê malbata wî, serê gelê Şirnexê û hemû Kurdistaniyan sax be.

Salên 1990'î di pêşvebirina têkoşîna siyasî demokratîk de kedeke mezin a Mesût Ûysal heye. Li Şirnexê ku salên 1990'î komkujî lê hatin kirin, li refên herî pêş ên têkoşîna siyasî demokratîk cih girt. Li dijî êrîa giran a mêtingeriya qirker, ji ber ku derfetên xwe yên ji bo têkoşîna siyasî li Şirnexê nema, neçar ma cihê xwe li nava têkoşîna siyasî ya gelê me yê li Ewropayê bigire. Tevlî nava karê damezrandina KNK'ê bû û bi vî rengî tevkarî li karên yekîtiya neteweyî kir. Heta ku ji dest dihat, di nava têkşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd de bi erk û berpirsyariya xwe rabû.

Demokratê welatparêz ê hêja Mesût Ûysal emrê xwe diyarî azadiya gelê Kurd kir. Di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de ku ya herî mezin û demdirêj e, gelek nifşan cihê xwe girtin. Mesût Ûysal jî weke yek ji demokratên welatparêz ên nifşê kevn li gel demokratên welatparêz ên nifşê ciwan têkoşiya. Ya ku dilê Mesût Ûysal xweş dikir û kir ku di kêliyên xwe yên dawî de jî bextewer be, dewamiya vê têkoşînê bû. Dewamkirina têkoşînê bi çend nifşan nîşaneya wê yekê ye ku ev têkoşîn têk naçe. Hevrêyên ciwan ên Mesût Ûysal wê vê têkoşînê teqez bi ser bixînin û Kurdistanê azad bikin.

Mesût Ûysal wê ji ber keda xwe ya di nava têkoşîna azadiyê de neyê jibîrkirin û Kurdistan azad bibe ku ev yek hesreta wî bû."