KCK'ê êrîşa li DYA şermezar kir
KCK'ê êrîşa li Orlando şermezar kir û got, "Em van komkujiyên çeteyên faşîst şermezar dikin û weke Tevgera Azadiyê û gel dibêjin; mîna beriya niha em ê ji niha û pê ve jî li dijî vê averêtiya faşîst têbikoşin."
KCK'ê êrîşa li Orlando şermezar kir û got, "Em van komkujiyên çeteyên faşîst şermezar dikin û weke Tevgera Azadiyê û gel dibêjin; mîna beriya niha em ê ji niha û pê ve jî li dijî vê averêtiya faşîst têbikoşin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşa li bajarê Orlando yê ser bi eyaleta Florîda ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi zîhniyeta DAIŞ'ê û El Qaîdeyê, li DYA komkujiyeke din a sivîlan hatiye kirin. Hevserokatiyê ev komkujiya li aliyê çeteyên faşîst ve hatiye kirin bi tundî şermezar kir û got, "Em ji gelê Amerîkayê, ji malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û ji tevahiya mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber da zanîn, ev çeteyên faşîst ji aliyê hin hêzên desthilatdarîparêz û dewletparêz ên li Rojhilata Navîn ve tên xwedîkirin û li serê gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bûne bela.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Dijminên gelê Kurd jî, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me bifetisînin, berê van çeteyên faşîst dane gelê me. Bi taybetî dewleta Tirk, di têkoşîna siyasî ya li Sûriyeyê de ev çete weke amûrekê bi kar aniye û ji bo têkbirina Şoreşa Rojava destek daye van çeteyan. Ji mezinkirina DAIŞ'ê û mîna belayekî belavkirina li gelemperiya cîhanê, desthilatdariya AKP'ê berpirsyar e. Tirkiye çiqasî vê têkiliya xwe înkar bike jî, di serî de gelê Kurd, her kesên siyaseta li Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne bi vê rastiyê dizane.
Desthilatdariya AKP'ê bi destê DAIŞ'ê li Rojava bi hezaran Kurdên sivîl qetil kir û ji bo parastina desthilatdariya xwe, hem berî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hem jî piştî wê, li dijî hêzên demokrasiyê komkujî da kirin û hewl da desthilatdariya xwe biparêze. Berî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û piştî hilbijartinê, destekdarê herî mezin ê AKP'ê, DAIŞ bû. Li hemberî hemû hêzên demokrasiyê yên li dijî desthilatdariya faşîst a AKP'ê têdikoşin, komkujî kir. Ev hemû bi fermana Gladyoya Tayyîp Erdogan û Qesrê û bi rêvebirina MÎT'ê ve hatine kirin.
Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê çiqasî înkar dikin bila bikin; ne tenê ji komkujiyên DAIŞ û El Qaîdeyê yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê di heman demê de ji komkujiyên li Parîs, Bruksel û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî berpirsyar in. Yek ji hêzên herî baş bi vê rastiyê dizanin DYA ye. Dewleta Tirk, li ser bingeha dijberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi DYA û Ewropiyan re bazariya DAIŞ'ê kiriye. Bi awayekî vekirî, bi şêweyê 'Eger hûn dijminatiyê li Rojava bikin, li dijî PKK'ê hûn destekê bidin min, ez ê jî DAIŞ'ê bifiroşim we' bazarî kiriye. Dinya tev dizane, desthilatdariya AKP'ê DAIŞ û El Qaîde weke amûreke bazarî û şantajê bi kar aniye."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, Tirkiyeyê ji bo bandorê li siyaseta Sûriyeyê bike û rêxistinên mîna DAIŞ'ê kontrol bike bi sed hezaran penaberên ji Sûriyeyê kişandiye Tirkiyeyê û di dawiya dawî de jî berê van daye Ewropayê. Di daxuyaniya Hevserokatiyê de hat gotin, "Tevî ku ev yek tê zanîn û Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê bi gotina 'ev bombe wê li bajarên we jî biteqin' gef xwarine jî, li şûna helwest li dijî vê şantajê bê nîşandan, serî li ber hatiye tewandin. Berpirsyarên vê terora faşîst a îro ji Rojhilata Navîn belavî tevahiya cîhanê bûye, Tirkiye û welatên hevalbendên wê yên li herêmê ne. Heta ku li hemberî van welatan helwesteke zelal neyê nîşandan û têkoşîn neyê meşandin, nepêkan e çavkaniyên vê terora faşîst bên çikandin.
Desthilatdariya AKP'ê ne tenê hêza ku desteka siyasî û lojîstîk dide vê terora faşîst, di heman demê de afirînerê wê yê îdeolojîk e û vê terorê hem xwedî dike, hem jî rewa dike. Gotinên Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP'ê, zîhniyeta wan a dijminatiyê li gel û baweriyên cuda, li jin û hêzên demokrasiyê dike, radixe pêş çavan. Qelsiya hemû hêzên demokrasiyê û mirovahiyê ye, ku vê rastiyê nabînin û helwestê nîşan nadin. Ev yek jî ji komkujiyên bi vî rengî re dibe zemîn.
Bi wesîleya vê komkujiyê em careke din komkujiyên van çeteyên faşîst şermezar dikin û weke Tevgera Azadiyê û gel dibêjin; mîna beriya niha em ê ji niha û pê ve jî li dijî vê averêtiya faşîst têbikoşin."