KCK: Divê hesabê hiqûqa mêtingehî ji AKP'ê bê pirsîn!
KCK: Divê hesabê hiqûqa mêtingehî ji AKP'ê bê pirsîn!
KCK: Divê hesabê hiqûqa mêtingehî ji AKP'ê bê pirsîn!
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê nerazîbûneke tund nîşanî redkirina berdana wekîlên BDP'yî da û got, "Li dijî Kurdan hiqûqeke cotstandart û mêtingehî ya taybet tê meşandin. Divê hesabê hiqûqa taybet a mêtingehiyê ya 12 sal in li hemberî Kurdan tê meşandin û ya bi Kurdan daye kişandin, ji AKP'ê were pirsîn."
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî bernedana wekîlên Kurd weke "Encama hiqûq û polîtîkayeke taybet a li hemberî Kurdan" nirxand.
Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: "Li Tirkiyê, li dijî Kurdan careke din hiqûqeke taybet a mêtingehiyê hat meşandin. Di encama vê de 6 parlamenter, li gel biryara dadgeha destûra bingehîn jî li zîndanan tên ragirtin. Ev rastî gelekî baş nîşan dide ku çima bi hezaran girtiyên siyasî li zîndanane. Di serî de Parlamenter û Şaredar, bi hezaran siyasetmedar li zîndanan dîl tên girtin. Ji ber ku ti sedem nînin ku li zîndanê bên ragirtin. Eger bi qanûnên xwedî karektera faşîst ceza bên dayîn jî, ji ber dema dirêj a ragirtinê divê werin berdan.
Li Tikriyê ev 90 sal in li hemberî Kurdan hiqûqa mêtingehî ya qikirina çandê tê meşandin. Ev rastî ji aliyê Tirkiye û tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Kurdên ku li hemberî polîtîkayên qirkirina çandê, nasnameya xwe red nakin û mafên xwe yên xwezayî dixwazin, sûcdar in. Di tevahiya dîroka Komarê de komkujî, darvekirin û girtin bi armanca biserxistina polîtîkayên mêtingehî yên qirkirina çandî hatine kirin. Yên li dijî vê polîtîkayê derketine, rastî komkujî, zext, zilm, darvekirin û zîndanan hatine.
Îro li Kurdistanê, beşeke mezin a Kurdên li hemberî polîtîkayên mêtingehî yên qirkirina çandî yên dewleta Tirk derketine, di zîndanan de mane. Hema bêje Kurdekî di zîndanê de nehatiye ragirtin nîne. Ji her malê çend kes di zîndanê de mane, yan jî dimînin. Kurd îro li cîhanê xwedî wê rekorê ye ku herî zêde ji ber sedemên siyasî di zîndanê de maye. Ev rewş karektera dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nîşan dide.
Dewleta Tirk a li hemberî Kurdan hiqûqa mêtingehî ya taybet dimeşîne, beriya her tiştî li hemberî Rêberê Gelê Kurd hiqûqeke taybet dimeşîne. Der heqê vî Rêberî de qanûnên ji bo yekkesî ku li ti devera cîhanê nehatiye dîtin, hatine derxistin. Qanûn û pêkanînên ji bo kesên din derbas tên meşandin, dema dor tê vî Rêberî, bêwate dimînin.
Girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkanînên taybet yên li hemberî parlamenteran û girtina bi hezaran siyasetmedaran, nêzîkatî û zîhniyeta qirkirina çandî ya li Tirkiyeyê nîşan dide. Di dema hikûmeta AKP’ê de bi sedan kurd hatin qetilkirin û kujerên wan nehatin dîtin û darizandin. Ligel vê di demên dawî de sê kurd li Geverê hatin qetilkirin. Nedîtina kujerên van kurdan jî ji ber hiqûqa mêtîngere. Ji bo Celadên ku kurdan qetil bikin bibînin, van kujeran diparêzin.
Hemû aliyên hiqûqnas û demokratîk dibêjin ku divê 6 parlamenterên kurd serbest bên berdan. Parlamenterên CHP’ê Mustafa Balbay hat berdan. Ligel vê parlamenterên kurdan di zindanan de tên girtin û ev jî encama hiqûq û polîtîkaya taybet ya li hemberî kurdane. AKP ji vê rewşê berpirse. AKP hewl dide berpirsyariya xwe bide ser milê hinek kesÊn din. Hikûmeta ku hewcedariyên hiqûqê neyne cih ya dê îstîfa bike an jî divê tiştên pêwist bîne cih.
Hemû kes jî dizane ku bi hezaran girtiyên siyasetmedarên kurd hevkariya AKP-Cemaatê derxistiye holê. Di mijarên din de her çiqas cuda bifikirin jî, hevkariya wan ya li dijî kurdan didome. Di 14’ê Nîsana 2009’an de dest pêkirin û bi hezaran siyasetmedarên kurd ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin girtin. Girtina parlamenterên kurd ya di zîndanan de biryara AKP’ê ye. AKP ji bo ku parlamenteran di zindanan de bihêle hezar hincetî derdixe.
Ger ku hikûmeta AKP’ê dibêje ez di çaresriya pirsgirêka kurd de samimî me divê di serî de hemû parlamenter û şaredaran, hemû girtiyên siyasî yên kurd bede. AKP dê helwesta xwe bi awayekî aşkera dane holê û di nava çend rojan de hemû girtiyêns iyasî bên berdan. Ger pêwist be dê di nava çen saetan de hemû qanûnan biguhere û parlamenter û siyasetmedaran berde û hincetan ji holê rabike.
Hikûmeta AKP’ê bi salane li dijî kurdan cotstandartiyê û hiqûka taybet dimeşîne. Berpirsê vê AKP’ê ye. Ji ber vê jî berpirsê girtina parlamenter û siyastmedarên kurd AKP ye.
Gelê me û hêzên demokratîk vê cotstandartiya li dijî gelê kurd divê qebûl neke. Ger ku li dijî vê pêkanîna taybet ya mêtînger dernekevin, dê ev pêkanîn bidomin. Ji ber vê sedemê divê gelê kurd dakevin qadan û li parlamenterên xwe xwedî derkevin û durutiya AKP’ê derxînin holê. Divê hesabê pêkanînê ku li ser kurdan hatine meşandin bên pirsîn.