KCK: Divê her binçavkirin û girtin bi berxwedanê bê pêşwazîkirin

KCK: Divê her binçavkirin û girtin bi berxwedanê bê pêşwazîkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku operasyonên qirkirina çandî-siyasî yên dewleta AKP’ê bê navber didomin. KCK’ê diyar kir ku hêzên faşîst-polîs ên dewleta Tirk li Geverê ciwanê Kurd ê bi navê Rojhat Ozdel bi guleyê birîndar kirine û piştre jî bi hovîtiyek mezin qetil kirine û got: “Gelê me divê serhildanên li dijî mêtingeriya dewleta AKP’ê bilind bike û cihgirtina têkoşîna azadî û rûmeta neteweyî wek peywir bibîne. Her girtin û binçavkirin divê bi serhildan û berxwedanek mezin bê pêşwazîkirin."

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku wê bîranîna Rojhat Ozdel ku şehîdê serhildana ji bo azadiyê ye, bidin jiyîn û soza pêkanîna Kurdistanek azad didin wî. KCK’ê ji bo malbat Ozdel û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

QIRKIRINA SIYASÎ Û ÇANDÎ BÊ NAVBER DIDOME

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêkanînên qirkirina çandî-siyasî ya dewleta AKP’ê bê navber didome û wiha hate gotin: “Hê duh 32 welatparêz hatine binçavkirin û gelek ji wan hatine girtin, heman rojê jî li Pirsûsê 4 şervanên YPG’ê hatine girtin. Ev pêkanîn hemû dijminahiya AKP’ê ya li dijî gelê Kurd û hevkariya wê ya DAIŞ’ê re aşkera nîşan dide. AKP ji bo ku şoreşa Rojava bê bandor bihêle, bi faşîstên DAIŞ’ê re hesabên xistina Kobanê dike, lê ev hesab bi berxwedana bi heybet a gelê me vala tên derxistin. AKP ku serkeftina Kobanê hezm nake, bi hemû çavsoriya xwe berê xwe dide gel. Di serhildanên 6-8’ê Cotmehê de bi dehan welatiyên me hatine qetilkirin û li gel vê ti endamekî wan-polîs nehatine darizandin. Berpirsê cînayetan diyar e, dewleta AKP’ê ye.

Dewleta AKP’ê divê demildest dest ji operasyonê qirkirina siyasî û qetilkirina ciwanên Kurd berde. Berevajî vê wê gelê me jî hiqûqa xwe pêk bîne, û li dijî girtinan bi serhildanan bersivê bide.”

DIVÊ GELÊ ME PARASTINA XWESER PÊŞ BIXE

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Gelê me divê di her astê de li dijî mêtingeriya AKP’ê têkoşîna xwe bimeşîne. Divê her binçavkirin û girtin bi serhildanan bê pêşwazîkirin. Hêzên polîsan bi guleyan bersivê bidin ciwan û zarokên Kurd wê gelê Kurd jî bê deng nemîne û berxwedana xwe zêdetir bilind bike. Divê gelê me bizane ku di kîjan şert û mercan de dijî û parastina xwe bike. Li dijî rastiya gelê ku parastina xwe ya xweser û têkoşîna xwe rêxistin kiriye, ti hêz nikare bisekine.”