KCK: Divê di berxwedanê de ti sînor neyên naskirin
KCK: Divê di berxwedanê de ti sînor neyên naskirin
KCK: Divê di berxwedanê de ti sînor neyên naskirin
KCK berxwedana li Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ ên bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî Kobanê dikin û dîsa berxwedana Pirsûsê silav kir, banga, “Roja ku jêre roja rûmet û namûsê tê gotin tam jî ev roj e. Divê di berxwedanê de ti sînor neyên naskirin. Her cih veguhere Pîrsûsê” kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrîşên çeteyên DAIŞ ên bi piştgiriya dewleta Tirk a li dijî Kobanê, berxwedan û çalakiyên li Kobanê û li herêma sînor a Pirsûsê daxuyanî da.
‘WÊ LI KOBANÊ JI FAŞÎZMA DAIŞ RE RÊ NEYÊ DAYÎN’
KCK’ê di daxuyaniya xwe de got ku gelê Kobanê bi hêzên YPG û YPJ’ê re li dijî faşîzma DAIŞ bi ruhekî fedayî berxwedanekê nîşan dide û wiha dewam kir: “Ev berxwedana bi rûmet wê rêxistina çeteyên DAIŞ a êrîşî hebûn û azadiya gelê Kurdistanê kiriye û her cure êrîşan berteref bike.”
KCK’ê diyar kir hêzên li pişt wan û çekên di destê wan de çiqasî mezin bin bila mezin bin, gelê me pir baş dizane ku çeka herî mezin ruhê berxwedanê û asta biryardariyê ye û hat destnîşankirin ku wê li Kobanê destûr ji faşîzma DAIŞ re neyê dayîn. KCK’ê da xuyakirin ku berxwedana Kobanê berxwedana tevahî bawerî û nasnameyên li Rojava ye û dîsa berxwedana tevahî gelê herêmê ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Misogere wê ev berxwedana dîrokî encamên dîrokî derxe holê. Wê gelê me bi vê bawerî û berxwedanê bigihêje serkeftinê.”
'HELWESTA DEWLETA TIRK DIJMINATÎ YE'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku çav lê girtin û desteka dewleta Tirk a ji bo rêxistina çete DAIŞ'ê, weke nimûneyeke 'dijminatiyê' bi nav kir û ev xal destnîşan kir:
"Desteka Dewleta Tirk a mêtinger a ji rêxistina çete DAIŞ'ê û têkiliyên her duyan bi hev re tescîl bûye. Çeteyên DAIŞ'ê di bin çavdêrî û desteka artêşa Tirk de, guleyan li gelê Kurd ê sivîl direşînin. Her fîşeka çeteyên DAIŞ'ê diavêje Bakurê Kurdistanê, tê wateya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye teqandin. Divê Kurd bi vî rengê têbigihêje û berxwedana xwe jî li gorî vê têgihiştinê nîşan bide. Çav lê girtin û desteka dewleta TC a li êrîşên faşîstên DAIŞ'ê, dijminatî ye. Ji ber ku ev yek hevkariya sûcê DAIŞ'ê ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Kurd wê bi berxwedana hesabê ji vê bipirse û hat gotin, "Ev yek ne tenê dijminatiye li hemberî Rojava û gelê me yê Kobanê ye, di heman demê de êrîş û dijminatiya li tevahiya gelên bindest û tevahiya gelê Kurd e."
DIVÊ HER DER BIBE PIRSÛS Û KOBANÊ’
KCK’ê di daxuyaniya ku da de welatiyên ku ji bo piştgiriya Kobanê çûnê sînorê Pirsûsê, silav kir û wiha got: “Berxwedana ku gelê me li Pirsûsê dide nîşandan pir girîng e. Divê tu Kurd û tu herêmên Kurdistanê xwe ji derveyî berxwedana Pirsûs û Kobanê nebîne. Li ku derê Kurdistanê dibe bila bibe, êş û kêfxweşiya Kurdan yek e. Li dijî êrîşên dewleta AKP’ê ne tenê li Pirsûsê, divê li hemû herêmên Bakurê Kurdistanê berxwedan mezin bibe. Gelê Kurdistanê di dîrokeke girîng re derbas dibe. Ger ku ruhê berxwedanê ya neteweyî bi Kobanê re bibe yek û bê bilindkirin, dê tenê Kobanê negihîje serkeftinê, hemû parçeyên Kurdistanê serkeftinê bi dest bixe.”
‘DÊ GELÊ KURD DI BERXWEDANÊ DE TU SÎNORAN NAS NEKE’
KCK’ê di daxuyaniyê de got ku divê gelê Kurd bi vê hişmendiyê bi yekbûna Kurdistan, Pirsûs û Kobanê bi awayekî biryar derbasî berxwedanek topyekûn be û di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Gelê Kurd rûmet, hebûn û azadiya xwe ji ser her tiştî de dibîne. Dê ji bo vê jî di berxwedanê de tu sînor neyê naskirin.”
‘DIVÊ KU TU KES XWE JI DERVEYÎ BERXWEDANÊ NEBÎNE’
KCK’ê destnîşan kir ku her sînorên çêkirî yên wekî xencer li kezeba Kurdistanê hatine xistin her komkujiyek sedema serhildanê ye û wiha hat gotin: “ Roja nirx û namûsê ku tê gotin tam jî îro ye. Ger ku dirojek bi vî awayî de em li ber xwe nedin em ê kengî li ber xwe bidin? Divê ku gelê Kurd bi ruhê serferberiyê beşdarî berxwedanê bibe. Divê kes nebêje Pirsûs û Kobanê li ber xwe dide wisa derbas bike û xwe jî ji derveyî vê yekê nebîne. Divê ku Bakurê Kurdistanê her derê veguherîne Pirsûsê. Divê ji bo mil dana bi milê gelê Kobanê re tu astengî neyên naskirin. Divê ku hemû astengî bi ruhê nirxê neteweyî, yekîtî û berxwedanê werin derbaskirin. Em di destpêkê de bang li hemû Kurdistan û dostên gelê Kurd dikin li cihên ku lêne bi berxwedanek radîkal têbikoşin.”