KCK: Di dema AKP’ê de kuştinên sivîl normal kirin!

KCK: Di dema AKP’ê de kuştinên sivîl normal kirin!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê qetilkirina du kesên di 6’ê kanûnê de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin de daxuyaniyek dan û got: “Di dema AKP’ê de kuştinên sivîl normal bûne. Di dema hikûmeta AKP’ê de bi sedan kesên sivîl hatin qetilkirin û kujer jî digerin.” KCK’ê got ku demokarsî û azadî bi bêdengiyê ne pêkane û banga têkoşînê kir.

KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û ji bo malbatên Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr ku ji aliyê polîsan ve li Gever a Colemêrgê hatin qetilkirin sersaxî xwest.

KCK’ê wiha got: “AKP du ciwanên din jî qetil kir. Em ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re şifayê dixwazin.  Em soza xwe ya ku dê hesreta wan bigihînin serkeftinê dubare dikin.  Ciwanên ku texrîbkirina goristana şehîdan protesto dikir, raste rast bûne hedefa polîsan. Di dema hikûmeta AKP’ê de bi sedan kurdên sivîl hatin qetilkirin. Du hebên din jî lê zêde kirin.  Di dema AKP’ê de kuştinên wiha normal kirine. Kujer digerin. Polîsên Mehmet Uytunê  biçûk qetil kirin, ji aliyê AKP û dozgerên cemaatê ve hatin parastin.

KOMKUJIYA ROBOSKÊ NORMAL KIRIN

KCK’ê da zanîn ku di meha Kanûnê de komkujiya Roboskê pêk hatibû û got: “Di dema hikûmeta AKP’ê de komkujiya Roboskê jî normal dîtin. Li welatekî ku komkujiyek wek Roboskê normal bê dîtin dê kuştin jî bidomin. Ji ber ku li Tirkiyeyê kujer nehatine cezakirin. Di salên 90’î de bi hezara cinayet pêk hatin û yek nehat ronî kirin.  Berdevkên AKP’ê dem bi dem, dibêjin di dema me de kuştinên kiryarnediyar pêk nayê.  Di dema hikûmeta AKP’ê de berpirsên van kuştinan diyarin. Polîs û leşkerin. Bi taybet yên komkujiya Roboskê diyarin.  Lê ligel ku her tişt aşkera bû kes nehat darizandin.  Di salên 90’î de avabûnên di  makeqanûn, kanûn û hiqûqê de veşarî dihatin kirin, lê niha hewcedariyê bi veşariyê nabînin. Dewlet dibêje me kuşt, hun nekarin tiştek bikin.  Ji nêzîkatiya salên 90’î hovanetire.

AZADÎ NE BÊDENGIYE

Rêberê gelê Kurd ev salek hawara bê pevçûnê ava kiriye. AKP li şûna ku vê derfetê baş bikarbîne, polîtîkayeke pevçûnê şopandiye.  Çêkirina qerekolan, bendavan îfadeya vê ye.  Neberdana girtiyên siyasî dîsa vê nîşan dide. Girtin û binçavkirin di demên dawî de zêde bûne. Medenî Aydin yên ku çêkirina qerekolan protesto dikir hat kuştin.  Ew jî li Geverê hat kuştin. Gelê kurd dîsa êrîşa li dijî gorên gerîlayan protesto dikir.  Polîsan dîsa êrîş kir. AKP li aliyekê propagandaya pêvajoyê dike û li aliyê din jî kurdan dikuje.

Ji ber vê yekê divê gelê me têkoşîna xwe bilind bike û azadî û demokrasî ne bi bêdengiyê bi têkoşînê pêkane.”