KCDK-E'yê li dijî desteserkirina şaredariyan banga çalakiyan kir

KCDK-E'yê desteserkirina şaredariyên HDP'î weke darbeya li dijî îradeya gel pênase kir û bang li gelê Kurd ê li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Japonyayê kir ku dakevin qadan û li dijî vê desteserkirinê çalakiyan bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bal kişand ser têkçûna rejîma AKP-MHP'ê ya di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de û ragihand, rovanşa têkoşîna xwe bi desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê werdigire.

KCDK-E'yê destnîşan kir ku darbe li vîna gel hatiye kirin û ragihand, "Tifaqa AKP-MHP a faşîst ku mîna ewrekî reş bi ser gelên Tirkiyeyê ve belav bûye bi êrîşa dijî gelê Kurd û îradeya gel a hilbijartî bi rêya hiqûqa mêtingeriyê qirkirinê dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş li dijî tevahiya civakê hatiye kirin û hate destnîşankirin, "Mirovên pêşverû, rewşenbîr, şoreşger, demokrat û mûxalîfên civakê divê tavilê nerazîbûna xwe li dijî vê yekê nîşan bidin. Saziyên navneteweyî û dewletên Ewropayê jî divê nerazîbûna xwe li dijî vê desteserkirinê nîşan bidin, bi berpirsyariya xwe tevbigerin."

KCDK-E'yê desteserkirina îradeya gel şermezar kir û bang li gelê Kurd ê li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Japonyayê kir ku tavilê li dijî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan bide.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li gelê xwe yê li Ewropa, Kanada, Awûstralya, Japonya û hêzên şoreşger, demokrat û rewşenbîran dikin ku îro saet 18:00 bi rengekî hevdemî çalakiyan bikin."