KCDK-E’yê êrîşa li ser NCKD’ê şermezar kir

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê êrîşa polîsan a li ser Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a li Hambûrga Elmanyayê şermezar kir.

Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“Hikumeta Elmanyayê li ser daxwaza AKP û Erdoganê dîktator Kurdan û saziyên Kurdan krîmînalîze dike.

Hikumeta Merkel bi her awayî piştgiriyê dide AKP û dîktatoriya Erdogan ê ku çeteyên DAÎŞ’ê bi pêş ve dibe. Erdogan di heman demê de ji bo polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan pêk bîne, her tiştî dike.

Hikumeta Elmanyayê sembolên YPG û YPJ’ê qedexe dike û daxwaz û xwestekên AKP’ê bi cih tîne. Hikumeta Elmanyayê di 4’ê Mijdarê de li ser daxwaza Erdogan wêneyên Rêber Apo qedexe kiribû. Wêneyên Rêber Apo ê ku bi paradîgmaya xwe di cîhanê de bûye xeteke azadiyê, ji aliyê hikumeta Elmanyayê tê qedexekirin.

Piştî ku Wezîrê Tirkiyeyê Çavûşoglû çû serdana Elmanyayê û diyar kiribû li ser daxwaza me ew ê Elmanya li dijî kesên cudaxwaz tevdîrên tund bistîne. Piştî vê gotinê polîsên Elmanyayê girtin ser komeleya me ya li Hambûrgê.

Em êrîşa polîsên Elmanyayê ya a li ser Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a li Hambûrga Elmanyayê şermezar dikin û diyar dikin ku çi zext were kirin jî em ê meşa xwe ya azadiyê û xebatên xwe yên saziyî nedin sekinandin. Li hemberî polîtîkayên ku sembolên me qedexe dikin, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û nerazîbûna xwe diyar bikin. Tu hewldan ew ê nikaribe rêxistinbûna me qels bike.”