KCDK-E: Serhildan û têkoşîna li Wanê mîladek e

KCDK-E'yê serhildan û têkoşîna li Wanê weke mîladekê binav kir û got: ‘’Gelê Kurd dît ku dikare bi serhildan û têkoşînê bi ser bikeve.’’

KCDK-E'yê piştî têkoşîna li Wanê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku têkoşînê li her derê mezin bikin.

KCDK-E'yê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkbirina hewla derbeyê ya AKP û MHP’ê û got: ‘’Gelê Kurd dît ku dikare bi serhildan û têkoşînê bi ser bikeve.’’ 

Naveroka daxuyaniya KCDK-E'yê bi vî rengî ye:

 “Serkeftina li bajarên Kurdistanê ya di hilbijartinên xwecihî  de rejîma Erdogan ber bi hilweşînê ve aniye.  Gelê me ku di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist, derseke dîrokî daye tifaqa faşîst a AKP û MHP'ê ya ku îradeya gelê me tune hesibandiye.

Erdoganê faşîst û tifaqa wî ku bajarên mezin yek bi yek winda kir, îradeya gel  nas nekir û qirkirina siyasî xist dewrê. Berxwedana dîrokî ku li hemû bajarên Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan veguherî serhildanê, hewldana darbeyê ya AKP û MHP’ê pûç kiriye. 

4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêber Apo ye weke roja vejînê bûye destpêka qonaxa nû ya pêngavê. Rêber Apo bi îradeya gelê Kurd re xeteke yekbûyî ye.  Hebûn û yekîtiya civakî ya gelê Kurd di pêşengtiya Rêber Apo de derketiye bilindtirîn astê.

Gelê Wanê û Kurdistanê agirê serhildanê hilgirtin kolanan û nîşan dan ku ew amade ne. Niha jî gelê me li Ewropa, Kanada û Awistralyayê, li her derê ku lê dijîn, bi vê berpirsiyarî û hişmendiyê bi erka bi rûmet a ku dikeve ser milê wan re rû bi rû ne. Em weke KCDK-E’yê bi vî ruhê têkoşînê, heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê misogerkirin, bang li her kesî dikin ku têkoşîna xwe li hemû qadan mezin bikin.’’