Dîwana Serokatiya KCDK-E’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, em koploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku bi destê dewletên navneteweyî,sîstema emperyalîst, dewletaTirk, hevkariya dewletên herêmî û hêzên cûda pêk hatî bi tundî şermezar û lenet dikin.
Dîwana Serokatiya KCDK-E: Baweriya me ya tolhidana ji komploya neteweyî ya ku beriya 16 salan hate lidarxisin wê bi teqez ji aliyê gelê Kurd ve bê hilanîn, ji bo lentkirina vê roja reş bang li gelê xwe dikin ku rabin serhildanê wiha got: “Ev komplo bi alîkariya hêzên navneteweyî ya dayîn dewleta Tirk pêk hatiye, îro hê jî bi rêbazên cuda dewam dike. Piştî serkeftina Kobanê û şûn de dewleta Tirk sîstema komînal a Rojava qebûl nekir çeteyên di destê DAIŞ’ê de di bin navên cuda de xwedî kir pîlanên xwe yên êrîş kirina gelê Kurd, dagirkirna Cerablûsê, li ser baregaha leşkerî ya ku li Iraqê avakirî li dijî gelê me yên li Başûr û Rojava dewam dike, Bakurê Kurdistanê hilweşan û şewitand, komploya navneteweyî bi rêbazên cuda hê jî dide berdewam kirin.
Dewleta Tirk a ku bi piştgiriya ku ji sîstemên kapitalîst-emperyalîs girt bi komploya navneteweyî xwest ku Rêber Apo li derveyî gelê Kurd bihêle, PKK’ê ya ku hêza pêşeng a gelên Rojhilata Navîn tesfiye bike û qirkirina gelê Kurd bi lez bike. Piştî qirkirina gelê Kurd û tesfiyekirina tevgera PKK’ê û şûn de DYA û hêzên hevpar dixwestin ku Rojhilata Navîn bi temamî bixin di destê xwe de. Tevî van dîlgirtina Rêber Apo, tesfiyenekirina tevgera PKK’ê, vîna gelê Kurd neşikest, di vê wateyê de komplo negihişt armanca xwe. Lê komploger dev ji komloyên xwe bernedan, her carê bi konseptekî cuda li dijî gelê Kurd û hêza wê ya pêşeng ketine nava hewldanên tesfiyekirinê.”
‘DEWLETA TIRK DÎSA KONSEPTA TESFIYEKIRINÊ DERXISTE HOLÊ’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dîsa bi konsepta hêzên leşkerî, siyasî û ekonomiyê li dijî gelê Kurd dikeve nava hewldanan û wiha anî ziman: “Di vê çarçoveyê de ji bo sîstema Rojava tesfiye bikin çi ji dest tê dike. Piştre li Bakurê Kurdistanê bajar hemû kirin kavil. Herî dawî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê vê carê di bin navê Rewşa Awarte de Erdogan derbe kir û li dijî gelê Kurd konseptek nû derxist holê. Bi vê yekê dest danî ser gelek TV û Radyoyên beşên cuda cuda. Bi vê jî tê nebû dewleta Tirk bi bertîlan gef li Eûtelsat a ku şirketekî Fransiye daxwaz kir ku Med Nûçe bigire û dawî de jî weşana Med Nûçe reş kirin.
Deleta Tirk û hêzên navneteweyî yê ku di demê berê de komplo bi dawî nekirî di vê pêvajoyê de helw didin ku temam bikin. Lê, çawa ku gelê Kurd di berê de komplo vale derxist, îro jî xwedî wê hêz û vînê ye ku wê vale derbixîne.Em bang li gelê li Ewropa yê dijîn dikin ku çawan ku beriya 18 salan hûn xwedî li têkoşîn û nirxên tevgera xwe derketin, di vê pêvajoyê de bi heman biryardariyê û vînê dengê xwe bilind bikin. Em dibêjin roj îro ye, eger ku têkoşînê bikin îro roja têkoşînê ye. Em carekî din dibêjin ku Tirkiye nikare vîna gelê me bişkîne, gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn rê nadin vê yekê. Li ser vî bingehî em bang li herkesê dikin ku li dijî komploya navneteweyî bikevin tevgerê û têkoşînê bilind bike.”