KCDK-E ji bo festîvala li Kolnê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E bang li her kesî kir, ku tevlî festîvala li bajarê Koln ê Elmanyayê bibin, ku wê ji bo azadiya Ocalan bê lidarxistin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got, "Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal cara 25'an pêk tê û wê li bajarê Koln ê Elmanyayê were lidarxistin. Festîval çalakiya herî girseyî ya Kurdistaniyên li Ewropayê ye, ku tevî dostên xwe tevlî dibin. Her sal dibe serhildanek, ku gelê me yê li Ewropayê daxwaza yekîtiya neteweyî dikin û çanda xwe dide nasîn."

KCDK-E ragihand, ku mîna li hemû parçeyên Kurdistanê, Kurdistaniyên li Ewropayê jî wê daxwazên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê ji raya giştî ya welatên Ewropayê û cîhanê re ragihînin. KCDK-E destnîşan kir, ku Kurdistanî wê tevî dostên xwe bi ruhê seferberiyê tevlî 25. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bibin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li gorî biryara kongreya 2. a KCDK-E, festîvala îsal wê bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re û aştî ji Rojhilata Navîn re" bê lidarxistin û wiha hat gotin, "Ji her cihên Ewropayê wê gleê me bi coşeke mezin û ruhê dilsoziyê tevlî festîvala îsal bibin. Festîval, we bi bernameya xwe ya çandî û mesajên xwe yên siyasî yên ji bo Rêber Apo bide, bibe rojev. Şoreşa Rojava, ku li Rojhilata Navîn rê li ber destketiyên mezin vekir û ji bo gelên cîhanê bû hêvî, wê di vê festîvalê de bê tacîdarkirin. Bi tevlîbûna xwe ya li festîvalê re em nîşanî her kesî bidin, ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo, ne tenê li Kurdistanê, lê belê li Rojhilata Navîn hêviya hemû bawerî û gelan e û modela rizgariyê ya alternatîf e."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku faşîzma AKP-MHP'ê ya li pêşberî têkoşîna azadiyê têk çûye, bi rêbazên bê sînor sivîlan dikuje, li pêş çavên cîhanê êrîşî hemû nirxên ekolojîk û dîrokî yên Kurdistanê dike û bi vî rengî hewl dide encamekê bi dest bixe.

Di daxuyaniyê de hat ragihand, ku dîktatoriya Erdogan a li pêşberî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê têdikoşe, li ber Rûsya û Îsraîlê digere, bi Esad re hevdîtinê dike û hat gotin, "Ev siyaseta qirêj wê faşîzma AKP-MHP'ê li pêşberî berxwedana gelê me rizgar neke."

Di dawiya daxuyaniya KCDK-E de hat gotin, "Em bang li gelê xwe yê li Ewropayê dikin, ku bi ruhê seferberiyê tevlî festîvala îsal bibe. Bi tevlîbûneke xurt, em xwedî li Rêberê xwe û vîna xwe derkevin.

Bi şiyara azadiya Ocalan azadiya me ye, em festîvala xwe bi coş pîroz bikin."