KCDK-E ji bo azadiya Ocalan dest bi çalakiyan dike

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê dest bi çalakiyan dike. KCDK-E bang li hemû Kurdan kir, ji bo tevlî van çalakiyan bibin.

Di daxuyaniya KCDK-E de hat ragihandin, tevî komkujiyên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin û hat ragihandin, Kurd wê bi ti awayî bêdeng nemînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, dewleta Tirk gelekî baş pê dizane ku dema mijar jiyana Ocalan be gelê Kurd kîjan rîskan dide pêş çavên xwe û hat gotin, "Her kes baş pê dizane; di rewşa heyî de ne tenê ewlekariya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêwîstî bi misogerkirina azadiya Ocalan heye. Weke Kurdên li Ewropayê, em di wê baweriyê de ne ku divê êdî Ocalan azad bibe û di rewşa heyî de armanca me ya yekane azadiya Ocalan e. Em ê di vî warî de bixebitin."

ÇALAKIYA NOBEDÊ YA LI STRASBOÛRGÊ WÊ BÊ BERFIREHKIRIN

Di sala çaremîn a "Nobeda ji bo azadiya Abdullah Ocalan" ku li pêşberî avahiyên Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û CPT'ê yên li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, wê nûnerên saziyên Kurdan û dostên wan hefteyekê tevlî bibin. Ev çalakiya berfireh wê di navbera 19-26'ê Hezîranê de bi tevlîbûna hevserokên KCDK-E, Navendên Civaka Demokratîk, nûnerên hemû yekîtî û saziyên pêkhate, hunermend û siyasetmedarên dost were lidarxistin.

STANTÊN AGAHDARKIRINÊ WÊ WERIN VEKIRIN

Der barê tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike de, wê di navbera 20-30'ê Hezîranê de li bajarên Koln, Dortmûnd, Hannover, Hambûrg, Bremen, Berlîn, Frankfûrt, Stûttgart, Munchen, Nurnberg, Mannheîm, Bern, Basel, Zurîch, Cenevre, Marsîlya, Lyon, Parîs, Roma, Japonya, Bruksel, Amsterdam, Den Haag, Stockholm, Oslo, Helsînkî, Kanada, Awûstralya û Kopenhagenê stantên agahdarkirinê werin vekirin.

MEŞ Û MÎTÎNG

Di navbera 1-15'ê Tîrmehê de wê li hemû welatan, danê êvarê meş û mîtîng werin lidarxistin. Di navbera 15'ê Tîrmehê û 15'ê Tebaxê de wê dawiya her hefteyê meşên navendî yên mezin bên organîzekirin.

KAMPANYA NÛ: NEBE HEVPARÎ SÛC

Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê wê di bin navê 'Nebe hevparê sûc' kampanyayeke nû bide destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de wê li Elmanyayê îmze werin berhevkirin û radestî saziyên pêwendîdar bên kirin.

Di daxuyaniya KCDK-E de bang li şoreşger, demokrat, alîgirên mirovahiyê bi taybetî gelê Kurd hat kirin, ku bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin.