KCDK-E greva birçîbûnê ya li Amedê silav kir

KCDK-E, greva birçîbûnê ya li Amedê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, silav kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew çalakiya dîrokî ya li Amedê ku gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan tevlî greva birçîbûnê bûne, silav dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Greva birçîbûnê ya bi şiyara 'Azadiya Rêberê me azadiya me ye' hat destpêkirin, gaveke dîrokî ye. Li dijî zîhniyeta faşîst/înkarê, ev çalakiya dîrokî serhildaneke mezin e. Weke KCDK-E em vê çalakiya dîrokî silav dikin û bang li gelê xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin, ku bi her awayî tevlî vê çalakiya dîrokî bibin û destekê bidin." Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev 2 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, ku 18 sal in li girtîgehê di nava mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ev rewşa ku fikarên gelê Kurd zêde kiriye, bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re gihîştiye asta herî bilind. Li ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Ocalan agahiyeke şênber nîne.

Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan li Kurdistan û Tirkiyeyê timî pêşniyar kir. Lê belê mafên wî yên jiyanê ji dest tên girtin û tecrîdeke giran lê tê kirin. Ev rewşa ku vîna gelê Kurd Ocalan lê tê ragirtin, rewşeke bê qebûlkirin nîne.

Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê 50 siyasetmedar û rewşenbîrên dildar di 5'ê Îlonê de bi rengekî bêdem û bêdorveger dane destpêkirin, ku heta ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan zelal bibe, wê dewam bike. Heta ku parêzer, malbat an jî heyeta Îmraliyê pê re hevdîtinê bikin, wê dewam bike.

Weke KCDK-E em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li grevên birçîbûnê yên li Strasboûrg û Amedê derkeve, berxwedanê mezin bike û rûmet û azadiya Rêberê xwe biparêze. Tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya her tiştî ye. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li rûmeta xwe û azadiya xwe derkeve û dengê xwe bilind bike.

Li her devera em lê dijîn, bi şêweyê cuda em nerazîbûna xwe bi rengekî demokratîk nîşan bidin û çalakiyên xwe zêde bikin."