KCDK-E: Em xwedî li bajarên berxwedanê û Şengalê derkevin

KCDK-E’yê Cejna Qurbanê pîroz kir û bang kir ku "Em di warê maddî û manewî de xwedî li bajarên berxwedanê û Şengalê derkevin."

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê pîroz kir.

Di peyamê de hat destnîşankirin ku gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn di şer de dikevin cejnê û ev tişt hatin diyarkirin:

"Faşîzma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şer û hilweşandinê li dijî gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pêkanînên qirkirinê dike û bi feraseta DAIŞ’ê xweza û dîrokê tine dike.

Faşîzma AKP’ê bi polîtîkaya xwe ya ku dijminatiya Kurdan dike êrîşî Şengal û Federasyona Bakurê Sûriyeyê dike.

Hilweşandin ne bi tenê gelê Kurd, bandorê li gelê Tirk û herêmê jî dike. Ev hovîtî xisarê dide hemû gel û baweriyan.

Em KCDK-E bang li hemû misilmanên Kurd û cîhana Îslamê dikin ku di warê maddî û manewî de xwedî li bajarên ku berxwedana xwerêveberiyê lê hatiye kirin û xwedî li Şengalê derkevin. Li dijî polîtîkayên qirker ên faşîzma AKP-MHP’ê em têkoşîna hevpar geştir bikin.

Li ser vî esasî em KCDK-E careke din cejna cîhana Îslamê pîroz dikin û em dixwazin ev cejn bibe wesîleya têkoşîna li dijî faşîzmê."