KCDK-E: Em komkujiya li Orlando lenet dikin

KCDK-E, komkujiya li Orlando lenet kir û banga piştgiriya gelê Kurd kir, ku li dijî DAIŞ a qetlîamker têdikoşe.

KCDK-E, komkujiya li Orlando lenet kir û banga piştgiriya gelê Kurd kir, ku li dijî DAIŞ a qetlîamker têdikoşe.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), komkujiya li bajarê Orlando yê eyaleta Florîda ya DYA, lenet kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Ev êrîşa xwînxwarî, qetilkirina mirovahî û azadiyan e" û ji malbatên mirovên jiyana xwe ji dest dane û xizmên wan re sersaxî hat xwestin.

KCDK-E diyar kir, cîhanê careke din dît bê zîhniyeta DAIŞ a barbar çiqasî dijminê mirovahiyê ye û destnîşan kir, ev zîhniyeta li hov a xwe ji AKP û hêzên paşverû yên li herêmê xwedî dike, êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê didomîne.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd li dijî vî belayê serê tevahiya cîhanê dimeşîne û hat gotin, "Pêwîste cîhan li hemberî hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk a van çeteyan xwedî dikin, bêdeng nemîne. Gelên Ewropayê û tevahiya cîhan, divê bi vê wesîleyê piştgiriyê bidin gelê Kurd ku ji bo mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşe."