KCDK-E: Em ê bi biryardarî têkoşîna Şîlanê bidomînin

KCDK-E Muzeyyen Palabiyik bibîr anî û wiha got; “Em soz didin ku em ê têkoşîna Şîlanê bi biryardarî bidomînin.”

Muzeyyen Palabiyik (Şîlan Firat) ku bi salan e di Têkoşîna Azadiya Kurdisanê de têkoşiya roja 26’ê Nîsanê li bajarê Lunen ê Elmanyayê li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. KCDK-E têkildarî wefata Şîlan daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku jiyana Şîlanê di nava têkoşînê de derbas bû.

KCDK-E’yê di daxauyniya xwe de wiha got; “Şîlan Firat a ji Mereşê ji dayikbûyî, di temenê biçûk de bi malbata xwe re koçî Îzmirê bû. Piştî ku têkoşîna azadiyê nas kir baweriya wê ya bi têkoşîna şoreşê re mezin bû û bi bawerî girêdayî têkoşîna azadiyê bû.

Li Tirkiyeyê tevî dehan caran hate destgîrkirin, êşkence lê kirin jî gava xwe bi paş ve ne avêt û bi heman biryardariyê têkoşîna xwe domand. Şîlan Firat di salên 2000’î de tevlî têkoşîna li Ewropa bû û bêyî ku ferq û cudahî bixe nava erk, bi gelek berpisyartiyan rabû û hemû erka xwe bi fedekariyeke şoreşgerî dewam kir. “

BANGA TEVLÎBÛNA JI BO CENAZE

KCKD-E diyar kir ku di salên dawî de Şîlan Firat di nava Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) de xebatên xwe domandiye û wiha got; “Hevrê Şîlan Firat ji ber nexweşiyê ji nava me çû. Em bi rêzdarî bibîrtînin û soz didin ku têkoşîna wê ya ji cihê mayî bi biryardarî bidomînin.

Ji bo hevrê Şîlan Firat roja Şemiyê saet 13:00’an li Masal Evenst, Ruhrallee19, 45525 Hattîngen wê merasîma cenaze were li darxistin.

Weke KCDK-E em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi seknekê em layîqî têkoşîna bi rûmet ya hevrê Şîlan Firat bin û beşdarî merasîma cenaze bibin.”