KCDK-E: Divê her kes beşdarî çalakiyên 'Ji Ocalan re azadî' bibe
KCDK-E bang kir ku bila her kes bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên 'Ji Ocalan re azadî2 bibe yên ku wê di navbera 12-19'ê Tebaxê de werin lidarxistin.
KCDK-E bang kir ku bila her kes bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên 'Ji Ocalan re azadî2 bibe yên ku wê di navbera 12-19'ê Tebaxê de werin lidarxistin.
Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî ‘Kampanyaya Azadiyê ya ji bo Rêber Apo’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê vê hefteyê Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad pêşengiya van çalakiyan bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Ocalan li Rojhilata Navîn hêvî û rizgariya gelan e û ev tişt hate gotin:
"Ev têkoşîn bi paradîgmaya neteweya demokratîk hatiye asta ku mirov encamê bigire. Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo ne bi tenê yên Kurdan, bûye hêviya mirovên pêşverû yên cîhanê jî. Heke îro Kurd li Rojhilata Navîn hatibin wê asta ku siyasetê diyar dikin ev bi saya paradîgma û têkoşîna Rêzdar Ocalan pêk hatiye.
'HETA KU ENCAM WERE STENDIN!'
Di ‘Kampanyaya Azadiyê ya ji bo Rêber Apo de heta ku em encamekê werbigirin bi hemû pêkhate û navendên xwe yên civakî em ê çalakiyên xwe bidomînin.
Vê hefteyê wê bi pêşengiya ciwanan di navbera 12-19’ê Tebaxê de li Hambûrg, Berlîn, Hannover, Dortmûnd, Koln, Darmstad, Frankfûrt, Stûttgart, Nûrnberg, Parîs, Marsîlya, Strasbûrg, Atîna, Romanya, Îtalya, Bruksel, Londra, Den Haag, Îskandînavya, Japonya, Avûstralya û Kanadayê çalakî werin lidarxistin. Em hemû gelê xwe û dostên xwe vedixwînin meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’. Divê jin, ciwan, hemû gelê me û alîgirên mirovayetiyê di asta jor de beşdar bibin."