Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta Tirk a faşîst mêtinger û hêzên komploger ên bi bêdengiyê piştgiriya wê dikin, 25 sal in li dijî Rêber Apo, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê êrîşa qirkirinê dimeşînin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew nema dikarin xwe li tecrîda 25 salan rabigirin û hate gotin, "Azadiya Rêber Apo ji bo me bûye armanca me ya bingehîn a jiyanê.
Rêber Apo navê berxwedana dîrokî ya li dijî peymana Lozanê ye ku bi wê yekê xwestin Kurdan bi sedan salan dîl bigirin, qir bikin û Kurdistan parçe kirin. Bi armanca têkbirina dewleta Tirk a qirker û pûçkirina hêzên komploger ên navneteweyî di 15'ê Nîsanê de wê li Strasboûrgê mîtîng bê lidarxistin. Ji bo vê mîtîngê em seferber bibin.
Divê gelê me yê fedakar û dostên me bi ruhê seferberiyê beşdarî vê mîtînga girseyî bibin.
Weke KCDK-E em bang li her kesî dikin ku di azadiya Rêber Apo de bicivin, bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo û çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku sembola rizgariya bingehîn a mirovahiyê ye, beşdarî mîtînga li Strasboûrgê bibin.
Em stratejiya hînkirina jiyaneke bêyî Rêber Apo red dikin. Em azadiya Rêber Apo dikin navenda kar û jiyana xwe û li ser vê bingehê bang li her kesî dikin ku 15'ê Nîsanê bi hezaran kesî xwedî li vê armancê derkevin."